Polîtîk

20.Salvegera şehadeta Apê Musa

Li Amedê li cihê ku Apê Musa hatibû qetilkirin, li semta Seyrantepe, taxa Cumhuriyetê, li konana 442., di 20. salvegera kuştina Apê Musa de,  gellek siyasetmedar, rojnamevan û hemwelatî hatine ba hev û apê Musa bibîranîn. Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, hevseroka BDPê Gultan Kişanak, parlementerên BDPê Emîne Ayna û Nursel Aydoxan, Serokê Bajarê Amedê yê BDPê  Zubeyde Zumrut, hevjîna Hrant Dînkê ku hatibû qetilkirin Rakel Dînk, kûrê apê Musa Dîcle anter û malbata wî, dayikên aşîtiye, rojnamevanên çapemeniya azad  û gellek hemwelatî beşdarî bibîranînê bûn. 

Hevseroka BDPê Gultan Kişanak, axaftinek kir: “20 sala berê we Apê Mûsa qetil kir, gelo çi gihaşt destê we? We çi bi dest xist? Hemû kesên xwedî wijdan hûn mehkum kirin. Gelo we dersa  xwe negirt? Her nivîseke Apê Mûsa, ji bo we dersek e. Mirina wî jî wisa bû. Kesên ji dersa mirovahiyê yek peyv jî hîn nebûn hêj hewildidin  vegerin salên 90′an.”

Kişanak anî ziman ku, di salên 90′an de qetil dikirin niha digirin û bal kişand ser fermana Erdogan ya  “bêdeng bimînin” û wiha pê de çû: “Bêdengiya we ya mirinê wê kêrî çi bê. Gelo wê rastiyê biguherîne? Çapemeniya şer nabîne wê xizmetê ji kê re bike hûn dizanin? Heke bêdengiya we ya mirî li Qilabanê neba wê lêpirsîn niha di vê astê de ba? Hûn wê hesabê vê yekê çawa bidin.”

Piştî axaftinan, girseya ku tevlî bibîranînê bû, bi dirûşmeyên “şehîd namirin” û “çapemeniya azad bêdeng nabe”, avêtin û di meşê de, sûretên qurbaniyên çapemeniya azad bilind kirin. Gellek kesan, cihê ku Apê Musa hatibû qetilkirin, qerenfîl berdan. 

Back to top button