Civak

Sersawciyê dewletê bû armaca êrîşek çekdar

Li Ovacika Dêrsimê sersawciyê dewletê Murad Uzun ji aliyê hinekan ve bi demaçê hate gulebarakirin. Li ser pêplûkên korîdorê berikek li serê sawcî ketiye û rewşa wî giran e. Li gorê gotina hin dîdevanan dengê demaçê nehatiye tenê dengê qîrewîrê dema hatiye ew çûne hundir, dîtine ku Sawcî li erdê dirêjkirî ye. Herweha wan mirovan dîtiye ku jinek û zilamek ji cihê bûyerê bi bez çûne.

Piştî bûyerê operasyon hatine lidarxistin û heta niha heşt kes hatine desteserkirin.
Li gor ragîhandina medyaya Tirkiyê, Sawcî Murad ji aliyê PKKê ve hatiye gulebarankirin.
 

Rojeva Kurd/ Dêrsim

Back to top button