Eger PKK dest ji çekan berde bila hevdîtinên Oslo'yê dewam bikin

“Gelo hûn li dijî hevdîtinên Oslo’yê derdikevin?” Li hemberî vê pirsê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu anî ziman ku, bi şertekî wana li dij hevdîtinên bi PKKê re dernakevin. Kiliçdaroglu wiha bersivandiye: “Ger ku di encama hevdîtinan de PKK wê çekanberde, bila hevdîtinên Oslo’yê dewam bikin. Ancax zagona bingehîn û saziya îdarî xetên me yên sor in.”
Cîgirê Serokê Giştî ye CHPê Haluk Koç, çend roja berê, peymaneke ku di navbera heyeta dewletê û PKKê de hatibû morkirin, bi rayagiştî re eşkere kiribû. Li ser wê eşkerekirina hevdîtinên Oslo’yê, CHPê ji gellek beşên civakî bertek girtibûn. Di vê mijarê de Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş jî berteka xwe nîşan dabû û gotibû, CHPya ku hewl dide û bi serokwezîr re hevdîtina ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dike, çima li hemberî mizakereyan derdikeve. Ma bi rêya diyalog û siyasetê çareseriyê naxwaze?
Dîsa Demîrtaş îfade kiribû ku, ev belgeyên ku CHP eşkere dike, 6 meha berê hatin weşandin.