Berjewendiyên me û yên Tirkiye yekin

Serok erkanê Emerîka Martin Dempsey di derbarê siyaseta Suriye de got: Di pirsa Suriye de berjewendiyên me û yên Tirkiye yekin.
Daxuyaniya Dempsey di malpera înternetê ya Pentagon de hate belav kirin. Dempsey dibêje: Li başûrê Tirkiye ve tehdîdek li ser Tirkiye heye. Em hem di çerçova pêwendiyên me yên du kolî û hem jî di çerçova NATO yê de li vê pirsgirêkê dinêrin.
General Martin Dempsey di vê derbarê de got:Em di vê konaxê de berjewendiyên xwe yên hevbeş diaxêvin. Di derbarê pirsa Suriye de berjewendiyên me û Tirkiye wek hevin.Li herêmê xetera çekên kîmyawî û biyolojîk heye.
Pirsgirêka fuzeyên Suriye heye. Di derbarê pirsgirêka Suriye de em ne tenê çerçova pêwendiyê Emerîka û Tirkiye li meselê dinêrin, heman dem çerçova NATO yê de jî li vê meseleyê dinêrin.Ji ber ku ji cîranê başûr tehdîtek li ser tirkiye heye. Di encamê de herêm hemû di xeterê de ye.
Em di çewe hevkariyek hêjî berfirehtir dikarin pêkbînin lêkolînê li ser vê yekê dikin.