Polîtîk

Di doza Balyozê de 3 generala cezayê muebbetê xwar

Doza Balyozê a ku îro biryara dadgehê hat eşkere kirin de, 3 generala cezayê hetahetayî girtin. Fermandarê Artêşa 1.yê berê Çetin Dogan, Fermandarê Hêzên Hewayî yê berî Îbrahim Firtina û Fermandarê Hêzên Behrê yê berê Ozden Ornek, cezayê hetahetayî girtin lê, ji ber “kêm teşebbus”ê, cezayn her sê generala daxistine 20 salan.

Di doza Balyozê de, 3 bersûca 20 sal, 78  bersûca 18 sal, 218 bersûca 16 sal cezayên girtîgehê xwarin. 

Engîn Alanê ku parlementerê MHPê ye 18 sal ceza xwar. Li gel Alan, Ergun Saygun û Bilgin Balanli jî 18 sal cezayê girtîgehê girtin. Dursun Çiçekê ku bi îmza şil her tim dikete rojevê, 16 sal ceza jê re hate birîn.

Di doza Balyozê a gêngava darbeyê de, 34 bersûcan jî beraat girt.

Orgeneral Çetin doganê ku 20 sal ceza girt, bertek raberî biryarê da û got, “edalet, bûye bingehê zilmê.” 

Li herêma Kurdan navê ku herî pirr bi zilm û zordariyê tê naskirin, Cemal Temizoz jî 18 sal ceza xwar. 

Back to top button