Polîtîk

Em Mişel ji bîr nakin!

Piştî salekê liser bûyera şehîdkirina Mişel Temo Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê -Rêxistina Ewropa- bangî we dike ji bo beşdarbûna ahengeke cemawerî li Berlin.
Ev aheng tê lidarxistin bi beşdarbûna hin hunermendên kurd, yên ko stran û helbest liser şehîd Mişel nivîsandine û cara pêşî wan pêşkêşdikin.

Hunermend ev in:
Evîna Welat, Fehed Hiso, Kerîm Şêxo, Zubêr Salih, Ebas Ahmed, Şemal, Şêro Betê, Zuhêr Cemîl, Guhdar, Hejar Temo.
 
Liser jiyan û xebata Mişel jî wê çend kesayetiyên kurdî siyasî baxivin, wek: Merwan Othman, Hervîn Osê û Tengezar Marînî.
 
Di nav re jî wê filmek liser jiyana wî we re pêşkêşkirin.
Di dawiya şevê de wê hemû hunermend pevre operêtekê bi navê „Mişel hilgirê ala me“ bistrênin.

 
Cih: Werkstatt der Kulturen
Wissmannstraße 32, Berlin 12049
Dem: Roja Şemiyê, 06.10.2012an, ji saet 17.30 ta 22.00
 
Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê – Rêxistina Ewropa

Back to top button