Nivîsar

Îro hem Newroza min e hem jî sersala min e

Îro hem Newroza min e, hem jî sersala dilê min e. Ji ber ku di vî temenê min ê 60 salî de ku dike 21.900 roj, tenê min sê rojên xweş dîtine. Lê va ye xweşiya roja îro pirî ku xweş e, ez nikarim peyv û bêjeyan jê re peyda bikim.

Lê dibe ku hin xwendevan bêjin: “Wele çelq li serê vî merivî ketiye, ji ber ku îro ne Newroz e û ne jî Sersal e, îro 21ê Êlûna Reş e.”

Ji xwe ez jî dixwazim ku meselê bînim ser Êlûna Reş: Ew îşkenceyên hovane ku min ji destên Êlûna Reş dema cunta Leşkerî ya 1980yî dîtine, hêvîdar im ji Yezdanê dilovan ku ne mirov û ne jî sewalên kovî bibînin.

Cuntaciyan 187 roj îşkence li min kirine; hemû texlît îşkenceyên fizîkî û psîkolojî li min kirine; min bêgav hiştine ku ez komîteyek ji miriyan ava bikin û navê wan bidin serleşkeran. Piştre cuntaciyan navê 120 kurdên desteserkirî bi wê komîteya mirî ve girêdane, da ku sezayê zêde werbigirin.

Di dawiyê de pênc sal girtîgeh û 20 meh jî sirgûn dane min. Lê piştî ku ez ji welêt reviyam, 3-4 sal piştre Dadgeha Bala ya li Enqerê derheq min de biryara bêrîbûnê daye. Yanî eger ez di girtîgehê de bûma, piştî çar salan wê bigitina “Bibore, fermo, de here mala xwe.”

Min 20 sal derdê maciriyê kişand, jixwe bawerî ji min re çênedibû ku ez ê rojekê vegerim welatê xwe. Lê va ye ez hatime.
Lê eger yek bêje, ma bakûrê Kurdistanê rizgar bûye? Na. Lê îro 365 serleşkerên Cuntacî ji aliyê dadgeheke sivîl (Dadgeha Dehemîn a Cezayê Giran) ve li Stenbolê hatin sezakirin.

Ji ber vê bûyera dîrokî ku wê bibe şanek ji dinyay medenî re, ez dibêjim ku Îro hem Newroza min e, hem jî sersala dilê min e. Ji ber ku di vî temenê min ê 60 salî de ku dike 21.900 roj, tenê min sê rojên xweş dîtine, tevî roja îro jî dikin çar, çar roj…

Stenbol 2012-09-21

Zeynelabidin Zinar
Nivîskar/lêkolîner

Back to top button