Civak

Polisê dewletê dostika xwe kuşt

Heta niha dewleta Tirk gazin ji hemwelatiyên xwe dikir ku  çima jin û dostikên xwe dikujin an li wan dixin. Lê va ye ev car polîsekî dewletê, bi çeka dewletê, bi berikên ku perê dewletê hatine kirrîn, ew pere jî ku ji hemwelatiyan hatiye wergirtin, hemwelatiya dewletê di nîvê çarçiya navçeyê de kuştiye.

Îro saet li dora 13.00an li navçeya Palandokenê li taxa Yenîşehirê polîsekî girêdayê bi Hêza Çewik ve û navê wî jî dibêjin ku Ekrem O. bûye, gava pêrgê dostika xwe Merweyê bûye ku xortek bi navê Mistefa jî pê re ye. Polîs efendî hema ji nişka ve sersem bûye û demaça dewletê ji ber pişta xwe deraniye, cercûr di dostoka xwe de vala kiriye. Lê Mistefayê tirsonek reviyaye û polîs daye ser pişta wî, çend berin lê jî reşandine û ji lingê xwe hatiye birîndarkirin.

Polîs Ekrem dîsa xezeba dilê wî daneketiye û vegeriyaye ser termê dostika xwe, bala xwe dayê ku hêj dijî. Îcar berikekê bera mejiyê wê daye û di cih de kuştiye.

Ev rûdan gava li ber çavên xelkê çêbûye, ji wan weye ku k a banke hatine şêlandin an hin çekdarên nenas in ku şer bi polîsan re dikin, lê belê piştre eşkere bûye ku mesele meseleya dostika polîs e ku ew gehaye xortekî din…

Îcar eger polîsê dewletê wisa bikin, wê dewlet çewa gazin ji xelkê bike?

 
Rojeva Kurd

Back to top button