CivakRojev

Sedemê rewşa metirsiyar cehalet e, yan çiye?

Li bakurê Kurdistanê piraniya bajaran belavbûna nexweşîya Koronayê gihatiye astek metirsiyar. Bê guman gelek sedemêm vê yekê hene. Taybetî piştî cejna qurbanê rakirina qedexeyên heyî bû sedemek ku, vîrusa Koronayê gelek belav bû. Herweha dawet(xêl) û tazî wek ji berî Koronayê têne li darxistin û piraniya xelkê guh nade tedbîran.

Ji aliyek din gelek kes xwe vaksîn nakin û vê yekê rast nabînin, her kesek li gora xwe hinek sedeman didin nîşandan. Hinek kes motifên olî didin pêş û hinek jî sedemên din didin pêş û xwe vaksîn nakin. Rojane xelkek jiyana xwe ji dest dide, li hinek bajaran di nexweşxaneya de cih nemaye.Gelek kes û dezgehên tenduristiyê ji bo vaksînê daxûyaniya didin. Timên vaksînê li gunda digerin û heta diçin zozana ji bo xelkê vaksîn bikin.

Herî dawî li hinek bajaran akilmendên olî wek şêxên herêmê daxûyanî dan û gotin divê xelk xwe vaksîn bikin û fetwa vaksînê dan. Evê bandora xwe di civatê de da nîşandan û niha rewş li hinek bajaran ber bi başîyekî ve diçe. Lê hêja bajarên wek Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Êlih, Bedlîs, Mûş û Bîngolê rewş di astek metirsiyar de ye. Sedema bingehîn ewe ku xelk xwe vaksîn nake.

Back to top button