
Biryare di dawiya meha Tebaxê, li Bexdaya paytexta Îraqê civînek bi navê Civîna Lûtkeya Serkirdeyên Welatên Cîranên Iraqê were lidarxistin.
Di vê civînê de gotubêj li ser rewşa ewlehiya Iraqê û nûjen kirina Iraqê bête kirin. Herweha hemû pirsgirêkên Iraqê û pêwendiyên li gel cîrana di vê civînê de dibe babetên sereke. Ji aliyek din ve mayina grubên çekdarên biyanî li Iraqê û helwesta Îran û Tirkiye di derbarê serweriya Iraqê de jî babetek a bingehin a vê civînê ye.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî jî di vê çarçoveyê de dewetnameyên fermî ji berpirsên welatên cîran yên Îraqê e şandiye, lê hêja ne diyare kijan welat tevlî civînê dibin.