Dezgehê Lêkolînê AKSOY bi navê “Monitora Tirkiye” rapirsînek kir û encamên vê rapirsînê hate ragihandin. Li gora encamên vê rapirsîne eger hilbijartinek niha li Tirkiye û bakurê Kurdistanê çêbibe dengên Tifaqa Milet ji dengê Tifaqa Cumhur derbas dibe.
Encam:
Tifaqa Cumhur: % 36.6
Tifaqa Milet : % 42.0
Li gora partiyên siyasî:
AK Parti: % 30.6
CHP : % 28.7
IYI Parti: % 13.3
HDP : % 9.3
MHP : % 8.0
DEVA : % 2.6
Partiya Pêşerojê: % 1.7
Saadet: % 0.8
Partiyên Din: % 4.8
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê gelek rapirsîn têne kirin û encamên cuda derdikevin holê. Niha desthilat hewl dide qanûna hilbijartina û ya partiyên siyasî biguherê. Ev guhertin dê bandora xwe li hilbijartina bike. Mimkine bi navê tifaqa hilbijartin nebin ê her partiyek bi navê xwe bikeve hilbijartina. Hinge partiyên ku benda heyî derbas nekin nakevin parlementoyê û ev yek bandorek mezin li rijaya denga dike.