Dosya

Sê sed çekdarên YPŞê gihiştine pêşmerge

Cîgirê sermandarê hêzên pêşmerge li Şingalê dibêje ku hatina çekdarên Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) ku, ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê PKK veye, bo nav hêzên pêşmergeyê Kurdistanê berdewame û li gor wî fermandarî rojê 10-20 çekdar peywendiyê bi hêzên pêşmerge dikin.Simê Boselî cîgirê fermandarê hêzên pêşmerge li Şingalê dibêje:- Hatina çekdarên YPŞê ji bo nav rêzên hêzên pêşergeyê Kurdistanê berdewam e û roj bo rojê hijmara hatina wan çekdaran zêde dibe. Rojê 10-20 çekdar rêzên YPŞê terik dikin û peywendiyê bi rêzên pêşmerge dikin.Li gor malpera kdp.info, heta niha zêdetir ji 300 çekdarên YPŞê tevlî refên pêşmerge bûne.Fermandariya hêzên pêşmerge li Şingalê, ji bona pêşwazîkirina wan çekdarên peywendiyê bi pêşmerge dikin, komîteyek pêkaniye û her çekdarek 300 dolar jê re tên dan û ji aliyê wezareta pêşmerge ve meşiq û rahînan bi wan tê kirin.

Back to top button