Saziya Ragihandina tirkiye gefê li rojnamevanan dike

Ridvan Duran Birêvebirê Giştî yê Saziya Ragihandina Tirkiye li daxuyaniyek de gefê li rojnamevanên tirkiye dixwe û dibêje nabê nivîs û nûçe û şîroveyên we metirsiyê li ser civakê dirust bike.

Her Duran dide zanîn ku her peyv, gotin, nûçe, babet, nivîs û şîroveyên ku metirsiyê li ser civakê û erkdar û peywirdarên ku li dijî virusa Corona dixebitin, dirust bike emê yekser di derbarê wan de karê pêwîst bikin.

Wekî tê zanîn rayedarên tirkiye di derbarê zanyariyên li ser belavbûna virusa Corona li tirkiye vedişêrin û çendîn care gef li dijî rojnamevanan tê kirin û her wiha berî heftiyek jî du rojnamevan li bajarê Antalya hatibûn desteser kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: