Civak
Newroz Telecom 2.400.000.000 dînar bi Hikûmetê bexşî
Li gor agahiyên torên civakiya facebookê de hatiye belavkirin Birêveberê Giştî yê Kompanya Newroz Telecom ya li Kurdistanê ji bo rûbirûbûna virusa Corona 2 milyar û 400 milyon dînar bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê bexşî.
Wekî tê zanîn ji aliyê Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê ve helmeteke bexşîn û xêrxwaziyê hatibû destpêkirin û her kes li gor şiyan û karîna xwe li vê qonaxê de alîkarî li ser hejar û kêmderametan belav dikin û hinek jî alîkariya Hikûmetê dikin û dijî Corona serkeftî bibe.