Polîtîk

Şawês: Îraq ber bi şerê navxweyî ve diçe

Cîgirê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şawês di daxuyaniyekê de diyar kir ku,  rewşa niha ya Iraqê aloz e û welat ber bi şerê navxweyî û tayifî ve diçe. 

Roj Nûrî Şawês ji AKnewsê re got:

Li gorî baweriya min ew alozî û kirîza sisyasî ku niha li Iraqê heye, ya herkesî ye û divê herkes hewla çareseriyê wê bide. 

Şawês  got ku,  heke alozî û tengaviya niha Îraqê eê de ye neyê çareserkirin, arîşe dê kûrtir bibin, ji ber ku Iraq niha ber bi şerê navxwe û tayifî ve diçe. 

Cîgirê serokwezîrê Iraqê di berdewamiya daxiyaniya xwe de got:

Heke şerê navxwe û tayifî li Iraqê biqewime, êdî tenahî û pêşketina welêt namîne, paşeroja me tarî dibe û emê nezanibin ka sibê dê çi bê serê me. 

Roj Nûrî Şawês got ku, rewşa niha îraqiyan neçar dike hewl bidin ku sîstema federal û hevkariya rast di navbera aliyên siyasî de pêk bê.

Back to top button