Yawer: Hewildan bo azadkirina du pêşmergeyan berdewam in

Wezareta pêşmergeyan cihê girtina 2 pêşmergeyan a li Sûriyê eşkere dike û bi nivîsekî fermî bi rêya wezareta parastin û wezareta derve yên İraqê daxwaz ji hikûmeta Sûriyê dike ku wan du pêşmergeyan azad bike.

Berdevkê wezareta pêşmergeyan a herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Rûdawê re got: 

Her du pêşmergeyan bi şaşî sînorê Sûriyê derbas kirine û li navçeya Dêrik a Sûriyê girtîne. Me jî bi nivîseke fermî bi rêya wezareta parastin û wezareta derve yên İraqê, Sûriye agehdarkiriye ku her du pêşmergeyan berdin.

Roja 23.01.2012ê du pêşmergeyên hêza 2 a lîwaya 8 a wezareta pêşmergeyan li ser sînorê Duhokê bi şaşî sînorê Sûriyê derbas kirin û heta niha ji aliyê Sûriyê ve girtîne. 

Berdevkê wezareta pêşmergeyan Cebar Yawer di dawiya daxuyaniya xwe de got: 

Zanyariyên me li ser cih û rewşa wan pêşmergeyan heye. Hewldanên me yên ji bo azadkirina wan dest pê kirine, bila Sûriye ji wê yekê piştrast be her du pêşmerge ji bilî ku bi şaşî sînorê herêma Kurdistanê derbas kiribin û çûbin nav xaka Sûriyê, ti armancekî wan a din nebû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: