Polîtîk

Şandeyeke parlamentoya Kudistanê li Swêdê ye

Şandeyeke parlamentoya Kudistanê li Swêdê ye

Îro roja şemiyê 10.12.2011ê şandeyeke parlamentoya Kurdisdtanê ku ji 8 parlamenteran pêk tê,  ber bi welatê Swêdê bi rê ket. 

Parlamenter Dana Seîd Sofî serokê serokê şandeya parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa armanca serdana şandeyê kir û got:

Armanc ji vê serdana şandeya parlamnetoya Kurdistanê bo welatê Swêdê wergirtina zandiyarane ka çawa parlamnetoya karûbarên xwe dike û çawa çavdîriya kar û xebatên hikûmetê diek. Di vê serdana em dê digel serokê parlamentoya Swêdê hevdîtin bikin. 

Dana Sofî got ku ew dê di serdana xwe ya bo welatê swêdê de hevdîtinan digel komîteya çavdêrîkirin û kontrolkirina hikûmetê, komîteya çavdêrîkirina darayî, ombudsman û îabdêrîkirina desthilata cîbicîkirinê bicivin:

Şandeya parlamentoya Kurdistanê dê 5 rojan li parlamentoya Swêdê dewamê bikin û beşdariyê di kar û xebatên rojane yên parlamentoya Swêdê de bikin, weke lêpirsîna digel wezîran û çavdêrîkirina dengdan li hola parlamnetoya Swêdê.

Lo gor parlamenter Dana Sofî, şandeya parlamentoya Kurdistanê dê digel firaksyonên her 5 partiyên swêdî jî bicivin û got:

– giringtirîn armanc ji vê serdanê ew ku em şareza bibin û zaniyariyan li ser mekanîzma amadekirina qanûnan li parlametoya Swêdê, werbigirin. Herwesa em dixazin bizanin  ka bi awayekî giştî komisyonên parlamentoya Swêdê çawa kar dikin.

Navbrorî hêvî xwast ku ev serdana bo welatê Swêdê, weke wekatekî mezin yê demokratîk,  bibe tecrûbeyek û di cîbicîkirina karûbarên parlamentoya Kurdistanê alîkar be.

Back to top button