Polîtîk

Çalakiyên şandeya Kurdistanê li Waşîngtonê

Şandeya herêma Kurdistanê li Waşîngtonê hijmareke civîn û hevdîtinan digel berpirsên wezareta derve, wezareta ênerjî, wezareta bazirganî û aliyên peywendîdar bi karûbarên enerjî, patrol û xazê pêkanîn. 

Di wan civîn û hevdîtinên bi berpirsên hikûmeta amerîkayî re, şandeya herêma Kurdistanê ku ji Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derve û Qubad Talebanî nûnerên hikûmeta herêma Kurdistanê yê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê pêk tê, ji berprisên amerîkayî re behsa qanûna neft û gazê ya hikûmeta Îraqê ku, ji ber nakokiyên siyasî heta nuha ji aliyê parlamentoya Îraqê ve nehatiye pesind kirin kir û helwesa herêma Kurdistanê li hember siyasetê patrolê li Îraqê zelal kir. Şandeya Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku pêwîste hikûmeta Îraqê qanûna neft û xazê pesind bike û Îraq bibe xwediya qanûna neft û gazî û li gor destûrê dahatiyê patrolê bi ser hemû gelên Îraqê de bê dabeş kirin. 

Her li Waşîngtona paytexta Dewletên Yekgirtiyên Amerîkatê, şandeya herêma Kurdistanê digel hijmareke şîrket û kompaniyên amerêkayî, bi ratbetî kompaniyên di ware enerjiyê de kar dikin, civiya. 

Weke tê zanîn kompnaiya patrolê ya amerîkayî Exxon Mobil ku kompaniyeke cîhanî ya herî mezin e,   ji bo lêgerhan û deranîna neftê çend kontrakt digel herêma Kurdistanê îmza kirine. Lê hikûmeta Îraqê fişarî li ser Exxon Mobil dike ku girêbestên xwe digel herêma Kurdistanê hilweşîne.  

Nûçeya peywendîdar:
https://rojevakurd.com/politik/9034-Heyeteke-Kurdistan-gihite-Wangton.html
Back to top button