Barzanî: Di bûyerên Zaxoyê de handan û tehrîkkirin hebû
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di derbarê bûyerê Îna derbasbûyî yên ku, li Zaxoyê qewmîn peyamek pêşkêşî raya giştî a gelê kurd kir û li hember wan bûyerên nexwstek dilgiraniya xwe diyar kir:
Ev texta peyama serok Barzanî li jêr bixwîne:
Bi navê Xwedê mezin û dilovan
Xuşk û birayên birêz careke din nerazîbûn û dilgiraniya xwe li hember bûyerên Zaxoyê diyar dikim ku, bibûn sedema şewtandina çendîn dikan û hotêlên hevwelatiyan û cihên torîstîkî û pişt re jî şewtandina çend baregehên Yekgirtûya Îslamî.
Hevdem li gel vê ku, bi dijwarî wan tawanan mehkûm û şermezar dikim, daxwazê ji her takekî civaka Kurdistanê dikim daku, bi ti awayî derfet nedin ev çanda biyanî dûbare bibe.
Kurdistan bi vê yekê hatiye nasîn û ciwan û başe ku, tê de çanda bihevrejiyana olî, mezhebî, siyasî û etnîkî têde zal û serdeste, lê mixabin bûyerên Zaxoyê zerer gehandine vê çanda han.
Li gorî encamên destpêkê yên ku, ji aliyê komîteya lêkolînê ve hatine diyar kirin ev yek diyar dikin ku, di wan bûyeran de handan (navtêdan) û tehrîkkirin roleke sereke lîstiye û xemsarî û bêperpirsiyarî jî di kontrolkirina rewşê de jî hebûye.
Bila şik û gomana ti kesekî nebe ku, hem tehrîkkar û hem jî ev kesên ku, xemsarî kirîn dê li gor yasayê bên ceza kiirn. Heta çend rojên din dê encamên zêdetri diyar bin û li gor wan encaman yasa birayarê dide.
Pêwîste ji niha û pêde di çarçoveya exlaq, rewişt û çanda gelê me de azadiya tevahiya pêkhateyên civakê parastî be.
Pêwîste hêzên ewlekarî, pêşmerge, polîs û zirêvanî jî erkên xwe bi başî cîhbicîh bikin û derfetên nedin bi ti kesekî ku, têkdanê bikin û li gorî xwe zagonan feriz bike.
Hêvî dikim di demeke kin de parlementoya Kurdistanê zagonên taybet di derbarê rêxistina jiyanê li Kurdistanê de amade bike û daxwazê ji tevahiya aliyan dikin ku, hewl ji bo aram kirina rewşê bidin û bi awayekî pêşwexit biryaran nedin.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
9.12.2011