CîhanRojev

Şandeke Pilebilind a ENKSê li gel Wezareta Derve ya Frensayê civiya

Şandeke nivîsgeha peywendiyên derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê li gel wezareta derve ya Ferensa civiya.

Şandeke ENKSê ji Kamîran Haco serokê nivîsgeha peywendiyên derve ya ENKSê û nûnerê ENKSê di komîta destûrî de, û ji Ibrahîm Biro endamê nivîsgeha peywendiyên derve ya ENKSê û endamê desteya danûstandkara Sûriyê pêk dihat.

Civîna nûnerên ENKSê li gel wezareta derve ya Frensayê berya ku şanda ENKSê serdana Cinêvê bike ji bo beşdariyê di gera heştan ya komîteya destûrî de hate lidarxistin.

Back to top button