Şêwirmendekî polîtburoya PDKê dibêje, her gava aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê nêzîkî hev dibin PKK dest bi derxistina alozî û serêşiyan dike.
Şêwirmendê polîtburoya PDKê, Arif Ruşdî li ser xirabkarî û êrişên PKKê li dijî Herêma Kurdistanê ji kanala K24 re gotiye, gelek caran bi PKKê re diyalog hatiye kirin lê bê sûd bûye.
Arif Ruşdî her wiha gotiye, pêwendiyên PKKê bi hemû neyarên Kurdistanê re baş û bihêz e. PKK bi hemiyan re baş e tenê bi Herêma Kurdistanê re xirab e!
Wî şêwirmendê polîtburoya PDKê daye xuyakirin, her gava aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê nêzîkî hev dibin PKK dest bi derxistina alozî û xirabkariyan dike.