
Partiya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) ,piştî kongreya xwe civîna meclisa Partiyê ya yekemîn pêkanî ê di derbarê civînê de daxûyaniyek ji bo raya giştî ragihandin.
DAXÛYANÎ:
Piştî 9emin Kongreya Asayî ya Partiya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) roja şemiyê 28.05.2022 li Enqerê yekemîn civîna Meclisa Partiyê hat lidarxistin.
Di civînê de ku piraniya endamên encûmena partiyê amade bûn; li gel kongre û nirxandina siyasî, bernameya xebatê û nirxandina rewşa rêxistinî hate kirin.
Piştî nirxandinên meclîsa partiyê, endamên desteya serokatiyê ya ji 14 kesan pêk tê, bi yekdengî hatin hilbijartin.
HAK-PAR ku di qanûn û bernameya xwe ya partiyê de çareseriya pirsgirêka Kurd esas digire û her wiha; Pirsgirêka Elewiyan, bi taybetî pirsgirêkên zayendî, pirsgirêka jinan, pirsgirêka karkeran û li ser çareseriya krîza aborî ya li welat hate rawestandin. Hat destnîşankirin ku ew ê li ser pirsgirêkên etnîkên din ên li Tirkiyeyê dijîn bixebite û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di vê demê de dikare beşdarî her cure lêkolînên hevpar bibe.
Di civînê de her wiha biryar hat dayîn ku di hilbijartinên pêş de wek HAK-PAR wek partî beşdarî hilbijartinan bibe.
Her wiha Meclisa Partiya HAK-PAR’ê daxuyaniyeke dawî da û wiha got: “Li şûna ku enerjiya Kurdan di şerê desthilatdariyê yê Tifaqa Netewî û Tifaqa Gel de ku ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî tu projeyên wan ên şênber nînin, bê xerckirin. Siyaset di çarçoveya daxwazên xwe yên bingehîn de dê bên birêxistkirin û her wiha daxwazên xwe yên rewa yên maf û azadiyên navend bên seferber kirin.
Di daxuyaniya dawî ya Meclîsa Partiyê ya HAK-PARê de hat gotin ku; şerê Rûsya û Ûkraynayê nirxand û got, “Divê welatên emperyalîst destên xwe ji herêmê vekişînin, Rûsya dawî li dagirkeriyê bîne, Ûkrayna jî daxwaza serxwebûnê ya herêma Dombasê qebûl bike.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Tirkiye vê carê diyar dike ku ew plan dike ku herêmek bi dirêjahiya 30 kîlometreyan li ser sînor dagir bike, bibe “herêma ewle” û 1 milyon penaberên Ereb ên Sûriyeyê li Tirkiyeyê li vê herêmê bi cih bike.
Eşkere ye ku armanca sereke ya Tirkiyeya ku hebûna PKK/PYDê li vir ji xwe re dike sedem, bi guhertina pêkhateya demografîk de nehêle kurd bibin xwedî statuyek. Tirkiye ji ber heman sedeman li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê operasyonên leşkerî dimeşîne û ber bi operasyonên mayînde ve diçe.
Divê dewleta Tirk dev ji siyaseta xwe ya li dijî Kurdan berde, ku gelek caran hatiye ceribandin û ti encamek erênî dernexistiye.”
Civîna meclisa partiyê bi daxwaz û daxwazên endaman bi dawî bû.
28.05.2022 Enqere
Partiya Maf û Azadiyan
Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê