Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu di derbarê qedexekirina konserşn hinek hênêrmendên kurd de axivî. Soylu di axvtina xwe de dibêje ku; Li vî welatî ti kesek ji ber gotina stranên Kurdî û hunerê nayê astengkirin. Lê eger di demên borî de peywendiyeke wan bi terorê ve hatibe dîtin, li vir gel û sazî dibe ku nîgeran bibin.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu di serdana xwe ya Diyarbekirê de beşdarî bernameya TRT Kurdî bû.
Soylu da xûyakirin ku, li Tirkiye demekê gotina “ez Kurd im” wek tawan dihat dîdtin û ev yek di serdema Erdogan de rabûye û îdia kir ku li Tirkiye herkes dikare bi rehetî Kurdbûna xwe bibêje.
Soylu got: “Dibêjin ‘Kurdî asteng dikin’, em çi asteng dikin? Şeva borç li Farqînê konserek hat kirin û bi hezaran kes beşdar bûn. Stranên Kurdî jî hatin gotin, her tişt tê gotin. Cudahiyek bi vî rengî nîne û qedexe ne ji ber ziman tên kirin.”
Bi gotina Soylu hunermend dikarin bi erebî, Kurdî û zimaneke din straqnên xwe jî dibêjin û berdewam dibêjin. Soylu got jî: “Eger li wir peywedniyeke bi terorê hatibe dîtin divê ew hestiyariyên ku çêdibin mirov çavê xwe bo wan negire.”
Derbarê qedexekirinên vê dawiyê yên konser çalakiyên Kurdî de jî Soylu axivî û îdia kir: “Li vî welatî ti kesek ji ber gotina stranên Kurdî û hunerê nayê astengkirin. Lê eger di demên borî de peywendiyeke wan bi terorê ve hatibe dîtin li vir gel û sazî dibe ku nîgeran bibin. Lê eger ev stran bo terorê hatin giherîn û propagandeya terorê hat kirin dibêjin deqeyekê rawest e. Ev îstîsmarekî siyasî ye.”