Cîhan

Şanda Kurdistanê li Amerika hevdîtina dike

Şanda Herêma Kurdistan tevî Encumena Asayşa Neteweiya Amerîka û Robert Malley Alîkarê Taybetiyê Serokê Amerîka û hijmarek şêwirmendên Cîgirê Serok civiya. Serokê şanda Herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên kurtiyek derbarê rewşa tenahiya Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û daxwaza alîkariyên serbazî û mirovî bo hêzên pêşmerge û koçberan kir.Şanda Herêmê herwiha serdana Elissa Slotkin Alîkara Cîgirê Wezîrê Parastinê bo karê Asayşa Navdewletî kir û di hevdîtnekê de behsê rewşa xirapa abûriya Herêma Kurdistanê kir ku bandor bo ser şerê dijî DAIŞê heye.Slotkin bi giring nirxandina serketinên hêzên pêşmergeyên Kurdistanê li şerê djî terorê xuya kir hevbeşekê serekiyê Amerêka li şerê djî terorî li deverê ye.Şanda Herêma Kurdistanê her wiha serdana Eric Meyer Alîkarê Cîgirê Wezîrê Xezîne bo karê Rojhilata Navîn kir û behsê siyaseta rêvebirin û reform û berhingar bûna qeyrana darayî kir.Serokê Şanda Herêma Kurdistanê bo vê yekê daxwaza rol lîstna Mayer kir ji bo piştîvaniya Hikûmeta Herêmê ji bo çareser kirina qeyrana abûrî.Berprsê Têkiliyên Derveyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku endamê şandê bû, bi awayekê cuda tevî nûnerên rêxstnên biyanî û mirovî civiya û sipasiya Hikûmeta Herêmê gihande rêxstnên ser bi Neteweyên Yekigirtî ji bo pêşkêş kirina alîkariyên mirovî bo koçberan li Herêma Kurdistanê.Her wiha daxwaz ji nûnerên rêxstinên biyanî kir hewlê bidin alîkariyên mirovî bo Herêma Kurdistanî zêdetir bikin, ji ber ku qeyrana darayî bargraniyeka mezin xistiye ser milê Hikûmeta Herêmê.Bo vê yekê jî daxwaza zêdebûna rolê rêxstinên navdewletî bo yarmetîdana zêdetir kir ku erkê Hikûmeta Herêmê ji bo xudan kirina koçberan û dabîn kirina pêwîstyên destpêkî ji wan re sivik bikin.Şanda Herêma Kurdistanê ji Dr. Fuad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa Berprsê Peywendiyên Derveyên Hikûmetê û Beyan Samî Nûnera Hikûmeta Herêmê li Amerîka pêkhatîye.

Back to top button