Partiya Sosyalist a kurdistanê, civîna Meclisa Partiya xwe pêkanî. Di civînê de li ser rewşa siyasî hate sekinandin û meclisê rewşa dawî bi berfirehî nirxand.Di encama civînê de PSKê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand. BO BÎR Û RAYA GİŞTÎMeclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistan, di 16-17’ê Çîleyê sala 2016’an da civiya. Meclîsa PSK di vê civînê da li ser rewşa siyasiya navçe, Tîrkiyê û Kurdistan û kar û xebata partiyê giftugo kir û biryar daku, belavoka jêrî bo bîrûrayê giştî belav bike.Binbesta tundûtijiyê, ku paş hilbijartina 7’ê Xezîranê bi ser Kurdistana Bakurê de girtiye, roj bi roj kurtir dibe û gelek kesên sîvîl dibine qurbanên vê tundûtijiyê.Herroj, nuçeya kuştina jin û zarok û kal pîr li taxa Sura Amedê, Cîzîrê û Silopiyê belav dibe. Taxa Sur, ku ciyê tarîxî û çandî ye, Cîzîrê û Silopî bûne armanca êrîşa tank û topan û kambax û vîran bûne. Bi hezaran Kurd ji bona ku ji şer û pevçûne dur bikevin, mala xwe bi ci dihelin û direvin. Xizmetguzariya tendurîstî û perwerdeyî nayên pêşkeş kirinê. Dibistan û navendên tendurîstiyê bûne qişlayên serbazî. Di heremên, ku xendek hatine kolandin û têda hatinûçuyin hatiye qedexe kirinê, berhemanin û ticaret sekiniye, aborî ruxaye. Mirovên, ku di van herêman da dijin, nikarin pêwîstiya jiyanê peyda bikin.Sedema binbesta tundûtijiya hanê, ku bi ser Kurdistana Bakur da girtiye û bûye sedema bi hêzbûna militarizm û şovenîzmê, çaresernekirine pirsa Kurd e, dagir kirina mafên netewî û demokratîkên gelê Kurd e. Pêgir bûn e li ser siyaseta çewt, ku dixwaze pirsa Kurd bi tundûtijiye çareser bike.Partiya Sosyalîst a Kurdistan, ji hikumeta AKP daxwaz dike, ku dev jê operasyonên leşkerî berde, li Sur, Cizîrê û Silopiyê dorpêçê hiline û hatinûçuyinê serbest bike.Divê hikumeta AKP dev jê siyaseta çareser kirina pirsa Kurd bi tundûtijiye berde, ji ber ku siyaseta hanê ne tenê pirsê çareser nake, her usa aloztir û tevlihevtir dike. Divê hikumeta AKP rê û olaxên diyalogê bigre ber xwe û gavên pêwîst bavêje, daku rê ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi şîklê aşitiyê xweş be. Aliki dinê va, herwekî şerên xendekê jî nişan didin, stratejiya şerê çekdarî û çalakiyên PKK, berdewam zirar digihine doza Kurd û xebata rizgariya Kurdistanê. Siyaseta hanê ya PKK rê li ber xebata legal û demokratîk digre, binbesta tundûtijiyê bi heztir dike, ku sedema nefî bûna gelê Kurd, kavil bûna gund û bajarên me, binbesta hanê ye.Îro Sur, Cîzîrê û Silopî vîran bûne û bûne wekî bajarên şerlêketî. Îro bi dehan jin, zarok, kal û pîr têne kuştinê û bi hezaran Kurd li welatê xwe bûne koçber. Sedemek vê rewşê anina şer û pevçunê bo warê sivîlan e. PSK êrişa PKK ya Çinarê, ku bûye sedema kuştina zarok û mirovên sîvîl, mehkûm dike û ji PKK dixwaze di warê sivilan da şer neke.PSK ji PKK daxwaz dike, ku devjê siyaseta bi kar anina çek di xebata bi dest xistina mafan da berde, bê qeyd û şert agirbes rabigine û hêzên xwe yên çekdar bi agadariya Hikumeta Herêma Kurdistanê bikşine Kurdistana Başurê.Hikumeta AKP tevgera Kurdistana Rojava û deskevtên wê wekî xeterek li ser asayişa xwe nişan da û li hemberê rêxistinê tundrew yên Îslamî halwesteka sist û nerm girt. Lê belê padaşa vê siyaseta çewt, herwekî êrişa DAÎŞ yên Suruç, Enqere û Îstanbûlê jî nişan dide, gel daPSK êrişa ÎŞÎD ya İstanbulê bi tundî mehkum dike û ji hikumeta AKP dixwaze, ku siyaseta çewt ya derbarê Kurdistana Başurê, li Kurdistana Rojava dubare neke û ligel hêzên welatparêzen Kurd li Suriyê pêyvendî bigre.Di pêşedemî da amade kirina destureka nu wê bibe xaleka giring ya rojeva siyasiyê. Ji bona vê yekê PSK bang li hêzên welatparêzen Kurdistana Bakurê dike, ku destê xwe bidine hevdu bi hevra kar bikin, daku nasnameya Kurd û mafên Kurdan li destura nu da ci bigrin.PSK li Kurdistan başurê piştgiriya proseya serxwebûn û rapirsiyê dike. Îsal sedsaliya Peymana Sykes Picot e û di sedsaliya vê peymanê da tixubên, ku di navçeyê da hatine destnişan kirin, wekî berê nemaye û roj bi roj şelu dibe. Her usa damezrandina dewleta serbixweyî ya Kurd bi xurtî ketiye rojeva navçeyê. PSK di zirufê usa da bang li hêzên welatparêzên Kurdistana Bakur dike, ji bona bi dest xistina statuyekê netewî, û çareser kirina pirsa Kurd bi rêka aşitiyê mil bidine hev.Li Tirkiyê hinek akademîsyen, li ser bûyerên, ku li Sur qewimine, belavokek belav kirin û têda rexne li siyaseta hikumet û dewletê girtin. Serokkomarê Tirkiyê şuna, ku rexneya akademîsyanan di çerçeva azadiya bîr û baweriyê da binirxine, êrîş kire ser wan û wana bi “îxanet”ê tometbar kir û ji Saziya Xwendina Bilind (YOK) û dadigehan xwast, ku bikevine kar. Halwesta hanê ya Erdoxan nimuneya halwesta dewletê ye û dişibe kiryarên wekî wî ku di dema kudutayê 12 Îlonê da hatine kirinê.PSK êrişa YOK û dadigehan li ser akademîsyanan bi tundî mehkum dike û ji hikumeta AKP dixwaze, ku pêşiya êrîşa hanê bigre û azadiya akademîk û bîr û baweriyê biparêze. Meclisa Partiya sosyalîst a Kurdistan-PSK19 Çile 2016