Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) roja 29ê Cotmeha 2021 li gel Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsyayê li Rojhilata Navîn Mîxaîl Bokdanav civiya.
Şanda encûmenê behsa pirosesa siyasî li Sûriyê û pêşhatên dawî yên di derbarê karê Komîteya Destûrî û cîbicîkirina biryara 2254 kir.
Her wiha rewşa navçeyên kurdî bi giştî û pêwîstiya karkirina bi aliyê Rûsî re ji bo dîtina çareseriyekê ji doza kurdî li Sûriyê û pêkanîna mafên kurdan bi destûrî gotûbêj kirin.
Ji aliyê xwe ve, Bogdanov tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste kar li gor biryarên navdewletî û berdewamkirina hewlên ji bo çareseriya siyasî bê kirin.
Û tekezî li ser piştevaniya wan ji mafên kurdan û pêkhateyên din li Sûriyê di çarçoveya çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê kir, û di wê baweriyê de ye ku yekrêziya aliyên kurdî alîkarê hewlên pêkanîna van mafan e.