PolîtîkRojev

Dikandarê Akşener serdana wî kirî ji bo gotina Kurdistan hate binçavkirin!

Li Sêrtê nevçeya Misircê ew dikandarê ku ji seroka IYI Partiyê Meral Akşener re gotî, vêderê Kurdistanê, ji aliyê polisan ve hate girtin. Dikandar Cemil Taşkesen ji bo gotina:` Vê derê Kurdistane û hun di parlementoyê de Kurdistanê inkar dikin bi fermana dadgehê ji aliyê polisan ve hate binçav kirin û niha li qerekola polisan ifada wî tê girtin.

Li navçeya Misircê di dema serdana dûkanekê de esnafê bi navê Cemil Taşkesen ji Meral Akşener re got, “Em Kurd in zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê mixabin li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Akşener jî wek bersiv got, “Kurdbûn, Tirkbûn, Elewîbûn û Sunîbûn nasnameyên etnîkî yên mirovan e. Pêwîst e hemû kes li nasnameyên olî û mezhebî rêzê bigre. Ez ji serî de tiştekî dibêjim; `Em di nav sînorên vî welatî de yek parçe ne, an na? Bersiva pirsê yek e. Wê bersivê hem dê tu hem jî ez ê bidim. Ez Tirk im tu Kurd î. Ji ber wê jî Kurdek û Tirkek dê bersivekê bidin. Ez ê bêjim `Cemîl, li vê erdnîgariyê, wek yek parçeyiya Anadoluyê, ji Edîrneyê heta Qersê di nav vê sîstemê de gelek nasnameyên etnîkî hene, di nav misilmanetiyê de gelek baweriyên cuda hene, mezheb hene. Em di vî warî de yek in, yek parçe ne? Eger ji vêya re bêjî `erê` … kes te înkar nake. Ne pêkan e ez vêya bi vî awayî qebûl bikim. Ev cudakarî ye. Ne pêkan e qebûl bikim.”

Back to top button