Cîhan

Salihî: Rola serok Barzanî li Îraqê giringe

Di çarçoveyê serdana xwe ya bo Îranê, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanî îro li Tehranê digel Elî Ekber Salihî wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê civiya.

Piştî civînê serok Barzanî û wezîrê derve yê Îraqnê di preskonferensekê de encamên civînê eşkere kirin.

Di destpêka civînê de wezîrê derve yê Îranî di axavtina xwe de bi germî bixêrhatin li serok Barzanî kir û got:
– Di navbera me de têkeliyên dîrokî, rewşenbîrî û olî yên dêrîn hene.

 Serok Barzanî jî di axavtina xwe ya destpêkê de sipasiya pêşwaziya germa ya tayedarên komara Îslanmiya Îranê kir û got:
– Dema me xebat li dijî rêjima Sedam Hisênî dikir, Îranê gelek alîkariya me kir, em tu carî wê alîkariya Îranê ya wê demê jibîr nakin.

Di bersiva pirsekê de li ser têkeliyên navbera Îran û herêma Kurdistanê, Salihî got:
– Têkeliyên navbera me gelek dibaş in û her sal bi buhayê 4 milyar dolaran bazirganî di navbera me û herêmê de tê kirin. Bizava bazirganî di navbera me de xurt e û em dixazin hêşta ber bi pêşve bibin.

Di warê aloziyên ser sînor jî serok Barzanî got ku sînorê navbera Îran û herêma Kurdistanê di bikeve di qonaxeke nû a emnî de.

Serok barzanî di bersiva pirsekê de li ser vekişîna hêzên amerîkayî ji Îraqê got:
– Ez ne di wê baweriyê de me ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê binpêkirinên emnî li Îraqê çê bibin.

Di bersiva pirsekê de li ser rola Barzanî li Îraqê, wezîeê derve yê Çranê got:
Em, serok Barzanî bi siyasetmedarekê jîr yê Îraqê dizanin û  berdewam gotûbêj di navbera me de hene û em gelek caran jî pê re dişêwirin û me bawerî pê heye. Serok Barzanî roleke giring di Îraqê de heye û em daxaza serkeftinê jê re dixazin.

Îro 29.10.2011ê. piştî nîvro, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bi serokatiya şandeyekê bi serdaneke femî gihîşte Tehrana paytexta Komara Îslamiya Îranê û ji aliyê mezine berpirsên îranî ve hat pêşwazî kirin.

 

Back to top button