Hevpeyvîn

Hisên: Di rewşa şer de Kongireya Neteweî pêk nayê

Fuad Husên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê ku, rojane ligel pirsgirêk û pirsên siyasî, îdarî û dîplomasi yên têkilî Kurdistanê eleqedare, di hevpeyvîneke xwe de dige Rûdawê çend pirsên weke; Amadekariyên Kongireya Netweî, helwesta herêma Kurdistanê li hember bûyerên Sûryeyê, têkeliyên Îran-Tirkyeyê û Kurdistanê, aloziyên ser sînoran û çend pirsên di yên aktwel di rojeva Kurdistanê de zelal diek:

Rûdaw: Hûn hatibûn destnîşankirin ku amadekariyên Kongreya Netewî bikin, weke Serokê Lîjneya Amadekariyê. Gelo ti amadekarî hatine kirin?
Fuad Husên: Ev kongre ji ber şer û topbaranên ku vê dawiyê çêbûne hat paşdexistin. Kongre ji bo wê yekê ye ku peyama aşîtiyê bide hundir û derveyî Kurdistanê, lê dema şer dest pê kir pêwîst bû kongre bê paşdexistin. Rast e, hin amadekarî hatibûn kirin, me fikra danîna komîteyekê kiribû bo rêvebirinê û heta behsa dema wê jî hatibû kirin.

Rûdaw: Hemû alî wê beşdarî wê kongreyê bibin?
Fuad Husên: Ev jî yek ji pirsyaran bû. Me komeke pirsa pêşkêş kirin, a yekemîn kî beşdar bibe û çawa beşdar bibe. Eger ji hemû beşên Kurdistanê bin, li ser bingeha partîtiyê be, çawa û ev hemû partî wê çawa beşdar bin? Yan eger li ser bingeha kesayetiyan be, kî beşdar dibin? Derbarê van hemû tiştan lêkolîn û axaftin hatine kirin.

Rûdaw: Hemû dinya komkujiyên ku li Sûriyê pêk tên protesto dikin, lê Herêma Kurdistanê bê deng e, çima?
Fuad Husên: Me weke hevwelatî û weke Herêma Kurdistanê, û weke serkirdayetiya siyasî jî, piştevaniya mafên gelê kurd kiriye li her cihekî be û bi taybet di vê demê de li Sûriyê. Ez dixwazim wê yekê jî eşkere bikin ku Herêma Kurdistanê roleke sereke lîstiye di warê lihevguhertina bîrûbawerî, rûniştin û gotûbêjên ligel serkirdeyên siyasî yên kurdên Sûriyê. Em ne dûrî van bûyeran in û gav bi gav dûvçûna wan dikin.
Nexêr, ne wisa ye. Bûyer îsbat dikin û di van nêzîkan de jî wê diyar bibe. Rast e, li Sûriyê partiyên kurdî gelek in, lê sîwaneke wan jî heye û bêtirî 10 partiyan di bin wê de civiyane û ewê di van nêzîkan de kongreya xwe saz bikin.

Rûdaw: Li Hewlêrê?
Fuad Husên: Li kû derê be ne girîng e, lê di van nêzîkan de wê kongre bê sazkirin.

Rûdaw: Bi goşara Herêma Kurdistanê?
Fuad Husên: Em goşarê naxin, em di warê lihevguhertina bîrûbaweriyan de bi wan re ne. Em weke kurd erkê xwe dibînin ku bi wan re bin û piştevaniya wan bikin. Me heta behsa wê yekê jî kiriye ku ew şaşiyên me pêkanîne ew di siberojê de dubare nebin. Ew jî bi ciddî rewşa xwe lêkolîn dikin û stratejîka xwe diyar kirine. Ew meseleyên taktîkî yên rojane lêkolîn dikin. Bi qasî ku ez haydar im, hemû alî jî ji helwest û tevgera kurdan razî ne, mebesta min li ser asta herêmî û navnetewî. Helbet giraniya kurdan li Sûriyê xuya bû û rola kurdan jî li Sûriyê li ber çavan tê girtin, lê dîsan jî yekrêziya kurdan li Sûriyê gelekî girîng e û çiqas xurttir be, wê destketiyên baştir bi dest bixin.

Rûdaw: Desthilatdarên Sûriyê serokê Herêma Kurdistanê weke serokê Herêma Kurdistanê nasnekiribûn û her vexwendina ku wan şandibe jî weke serokê PDKê jê re şandine. Lê vê dawiyê wan ew weke serokê Herêma Kurdistanê vexwendibû. Gelo bersiva wî çi bû?
Fuad Husên: Rast e, vexwendin hatibû, lê wî serdana wan nekir. Niha ne rewşa Sûriyê û ne ya navçeyê ji bo serdanê bikêrhatî ye.

Rûdaw: Berê jî, dema wezîrê derve yê Sûriyê serdana Bexdayê kir, wî xwestibû ku hevdîtinê ligel serokê Herêma Kurdistanê bike, lê daxwaza wî nehat qebûl kirin.
Fuad Husên: Haya min ji vê tune, lê ez dizanim ku ew weke serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê serokê Sûriyê hatibû vexwendin.

Rûdaw: Kengî?
Fuad Husên: Berî çend mehan, wê demê destpêka bûyerên Sûriyê bû, lê me got niha rewş ne kêrhatî ye.

Rûdaw: Ev demeke rewşa Tirkiyeyê berbi aloziyên bêtir diçe. Wê çi bandora vê li ser têkiliyên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê hebe?
Fuad Husên: Em dikarin rewşa Tirkiyê ji du aliyan bibînin. Hûn vî alî dibînin, lê aliyê din ewe ku nûnerên kurd li parlemenê gotûbêjan dikin, rûdinin û civînên nehênî û eşkere hebûn û hene. Derbarê têkiliyên me, ez bawerim niha boçûneke stratejîk çêbûye, hem li vir û hem li Tirkiyeyê jî. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê ye, lê bo me jî girîng e ku têkiliyên me yên ji vî rengî ligel cîranan hebin, bi taybetî ligel Îran û Tirkiyê. Derbarê Tirkiyê jî, mesele ne girêdayî pirsgirêkeke ewlehiyê li ser sînoran e, lê boçûneke bo siberojê û berjewendiyên aborî, kulturî û dîrokî. Loma tevî hemû tiştan jî, têkiliyên me û Tirkiyeyê her ber bi pêşve diçin.

Rûdaw: Herêma Kurdistanê dikarî pirsgirêkê ligel Îranê çareser bike û PJAKê ji ser sînoran bikşîne. Çima ligel Tirkiyeyê jî derbarê PKKê de heman tiştî nake?
Fuad Husên: Ligel Tirkiyeyê jî bi heman şêweyê û ji vê bêtir jî hewldan hene.

Rûdaw: Rola Herêma Kurdistanê çi bû di wan gotûbêjan ku li cihên cuda pêkhatibûn? Gelo herdu alî gihabûn çi astê?
Fuad Husên: Rola Herêma Kurdistanê û rola serokê Herêma Kurdistanê piştevanîkirina wê proseya siyasî ye. Bi her awayekî be divê ev pêvajo raneweste û bidome. Eger demekê li cihekî rawestiya jî, divê rasterast li ciyekî din deriyek bê vekirin, ji bo ku berdewam be.

Rûdaw: Piştî bûyera Çelê û kuştina 24 leşkerên tirk di êrîşeke PKKê de, hûn bi nûnertiya serokê Herêma Kurdistanê, ligel Nêçîrvan Barzanî, çûn Tirkiyeyê. Hûn ligel serokwezîr û wezîrê derve yê Tirkiyeyê ji bo aramkirina rewşê civiyan. Gelo encamên vê serdana we çi bûn?
Fuad Husên: Rast e, em piştî wê pirsgirêka ser sînor çûn Tirkiyeyê, lê têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê ji bûyerekê firehtir in. Em berê xwe didin siberoj û stratejiyekê, lê tevî vê yekê jî ev pirsgirêk bi vî şêweyî nayên çareserkirin. Li Tirkiyeyê niha rê û rêbazek dest pê kiriye ku siyasî ye û em jî piştevaniya wê rêbaza siyasî dikin. Ev rê û rêbaz di hemû civîn û rûniştinan de tê behskirin. Li Tirkiyeyê niha komîteyek ji bo amadekirina destûra nû ava bûye û di wê komîtê de nûnerên kurd jî endam in. Guhertina destûrê Tirkiyeyê pêngaveke girîng e ji bo ku ev rêbaz bicih bibe. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê ti çareyeke din nîne ji bilî rêya diyalog û danûstanê. Hikûmeta Tirkiyeyê jî niha di vî warî de pêş ketiye. Vêca pêwîste em jî pêre tevbigerin û bi vî şêweyî ber bi pêş ve biçin, loma pêwîste kesên çalak û têkildarên meseleya kurd li Tirkiyeyê pêşwaziya vê pêngava Hikûmeta Tirkiyeyê bikin.

Rûdaw: Nêçîrvan Barzanî got ku derbarê gelek tiştan de bi hûrbînî axaftin hat kirin ji bo alîkariya navbera herdu aliyan de. Gelo ev alîkarî çi ne?
Fuad Husên: Belê rast e, di civînan de behsa gelek xalan hat kirin, behsa wê yekê hat kirin ku têkiliyên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê firehtir e ji van pirsgirêkên ku li ser sînoran pêk tên û divê ev pirsgirêkên ser sînor çareser bibin. Ji xwe nabe xaka Herêma Kurdistanê li dijî dewletên cîran bê bikaranîn, ne destûr vî mafî dide me û ne di berjewendiya gelê kurd bi giştî de ye û Herêma Kurdistanê bi taybetî. Em nabêjin valahiyekê bixin navbera gelê kurd û gelên li navçeyê, çi tirk bin, an ereb, an fars. Şerkirin wê derz û valahiyê çedike. Desthilata Herêma Kurdistanê berpirsyariya xelkê vê herêmê dixe stûyê xwe, lê di heman demê de nabe xelkê din rewşa Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe yên partîtî bi kar bînin.

Rûdaw: Xelkê Kurdistanê êdî şerê kurd û kurd qebûl nake, serokê Herêma Kurdistanê jî çendîn caran ragihandiye ku ev tişt qet pêk nayê. Lê Erdogan daxwaz dike ku Pêşmerge jî beşdarî rûbirûbûna ligel PKKê bibin. Di vê derbarê de çi axaftin hatin kirin û hûn ligel berpirsên Tirkiyeyê li ser çi li hev hatin?
Fuad Husên: Bêguman dema civînek tê sazkirin gelek tişt tên behskirin, lê tiştê ku dakokî li ser hat kirin meseleya têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê bû ku pêwîste bê parastin, ev têkiliyeke stratejîk e. Di heman demê de serokê Herêma Kurdistanê û berpirsên vê herêmê bi eşkere behsa wê yekê kirine ku nabe şerê kurd-kurd çêbibe û xaka Herêma Kurdistanê dijî dewletên cîran bê bikaranîn. Me got ev pirsgirêk bi rêya şer nayê çareserkirin, tevî vê yekê jî nabe li nav xaka Herêma Kurdistanê partiyek hebe ku li gor yasa û raspardên Herêma Kurdistanê kar neke. Duyem em beşeke Îraqê ne û girêdayî destûra îraqî ne. Ne destûra Îraqê rê dide me ku em bihêlin kesên li ser xaka Herêma Kurdistanê vê xakê dijî welatên cîran bi kar bînin, ne yasa me, ne berjewendiya xelkê kurd li Kurdistanê û li hemû cihan jî vê yekê dixwaze ku kiryarên ji vê corê berdewam bin. Ji ber ku di dawiyê de wê zerar bigihije kurdan û têkiliyên ligel gelên din, herwiha ji bo navdariya kurdan li cîhana derve jî em nikarin van karan qebûl bikin. Loma em hêvîdar in ku kesên van karan pêktînin bawer bikin ku ev ne rêya gihandina kurdan e bo armancekê, lê rêyeke bo pêkanîna pirsgirêkên mezin bo Kurdan û Herêma Kurdistanê. Ji xwe ev herêm berpirsyariya hemû aliyane û nabe em vê herêmê ji dest bidin, tenê ji ber ku xelkên din bîrûbaweriyên wan ên cuda hene.

Rûdaw: Derbarê wan guftûgoyên derbarê şandina leşkerên Îraqê bo ser sînorên Herêma Kurdistanê û Îran û Tirkiyeyê hûn çi dibejin?
Fuad Husên: Ev babet di civîna Stenbolê de hat behskirin ku civîneke berdewam a navbera Îraq û Tirkiyeyê de ye û derbarê mijarên stratejîk de bi serperiştiya wezîrê derve yê Îraqê hat sazkirin. Wezîrê derve û serokwezîr jî di vê çarçoveyê de behsa wê yekê kirin ku pêwîste sînor di destê dewleta Îraqê de be. Bi baweriya min ev bêtirî ku li dijî Herêma Kurdistanê be, peyameke ji bo Îran û Tirkiyeyê.

Rûdaw: Parlementerê kurd li Bexdayê, Mehmûd Osman dibêje îraniyan li Bexdayê pêdagirî li ser wê yekê kirine ku hêza ji bo parastina sînoran re bê şandin divê leşkerê Îraqê be. Ev rast e?
Fuad Husên: Ez nizanim Dr. Mehmûd Osman li kû ew behs kiriye, lê ez dizanim dema ku şanda me çû Tehranê, îraniyan bi şêweyekî eşkere gotin ku ew razî ne hêzên girêdayî Herêma Kurdistanê biçin wan cihên PJAK û PKKê. Jixwe ev sînor sînorên Herêma Kurdistanê ne û her divê em beşek bin ji parastina wan. Lê li gor destûrê ev sînor beşekin ji sînorên navnetewî yên Îraqê jî.

Rûdaw: Tirkiye jî qebûl dike ku hêzên Pêşmerge li ser sînoran bin?
Fuad Husên: Ez bawerim Tirkiye jî qebûl dike. Ji Bexdayê ti hêz nayên, ev behs tên kirin, lê waqîi tiştekî din e. Eger hêzek biçe ser sînoran, wê hêza hundirê Herêma Kurdistanê be. Ez ji aliyê praktîkî behs dikim, lê ji aliyê destûrî mesela sînoran mafê hikûmeta federale.

Back to top button