Nivîsar

Ji bo çareseriyê têkçûna îdeolojiya fermî pêwîste

Li Tirkiye di dema desthilatdariya Ak Partiyê de gelek guhertinên berbi pêşve hatin kirin. Di bingehê guhertinan  de şerek di navbera beşek îdeolojiya fermî û desthilata nû de pêkhat. Kesayetên demokrat, liberal û taybetî beşek mezin ji kurdan pişgirî ji bo guhertinan da hukumeta AK Partiyê. Ji bo van guhertinan jî li herêma Kurdistanê ji partiyên din yên Tirkiye tenê AK Partî ma û deng ji kurdan standin.

Taybetî sala 2005-ê axavtina serokwezîrê Tirkiye Erdogan li Diyarbekirê, di derbarê pirsa kurd de kirî hêviyek ji bo avêtina hinek gavan li gel kurdan peyda kir. Cardin piraniya kurda pişgirî dan gavên guhertinê. Lê piştî demekî di derbarê demokratîzekirina civatê de û gavên di derbarê pirsa kurd de ji aliyê hukumetêve hatîn avêtin sekinîn. Ev yek bu sedemek bingehîn baweriyên peyda bûyîn têkçûn.

Di herêma kurdan de şerek mezin di navbera Ak Partiyê û BDP-ê de heye. Ez bahsa vê babetê nakim êv yek bi temamî babetek serbixweye. Lê AK Partî û hukumet di derbarê pirsa kurd e dema gavên xwe disekinîne çelakiyên PKK-ê wek sedem dide nîşandin. Çewtiya mezin di vê helwesta Ak Partiyê de ye. Eger rastî bixwazin tiştekî bikin dikarin bikin û ji bilî wan bi xwe yan jî îdelojiya fermî tu asteng di rêya guhertinan de tuneye. Tişta ku çewtiyan ji hole rake guhertin bi xwene û divê di erbarê de gavên bi istiqrar bêne avêtinin.

Gelek cara behsa şer tê kirin. Kurt kurmancî ev şerê ku îro tê kirin ne di berjewendiya tevgera kurd de ye. Tu cara bi şer ne PKK xilas dibe û ne jî, di vê rewşê de bi şer tu daxwaziyên kurdan jî pêktê.  Dema mirov dijê şer derdikeve di bingehê xwe de ev şer zererek mezin dide kurdan û ji aliyê civaki ve jî di nav kurdan de tehrîbatên mezin çêdike.

Wek din kesên ku îro naxwazin ev şer xilas bibe ewin ku yên ji herdu aliyan jî xwe ji vî şerî xwedî dikin. Ewin yên li ser xwînê dijîn.
Hukumetê xwe ji îdeolojiya fermî ya hîmen ku cumhuriyet li ser hatî avakirin xilas nekiriye.  Di operasyonên li herêma colemergê û Şirnex hatî kirin û hêjî berdewam e, li gorî agahdariyên hêzên çêkdarên Tirk bi sedan çekdarên PKK-ê hatine kuştin. Dewletê cenazê 24 ji van kesan birin bajarê Meletye û xwestin teşhîr bikin. Yanî dewletê li gora mejiyê xwe yê fermî tola 24 leşkerên ku li devera Çelê ji aliyê çekdarên PKK-ê ve hatî kuştin hilda. Mejiyê tolhildanê zihniyeta îdeolojiya fermiye.

Li Zilan, Agirî, Dersimê û gelek deverên din dewletê encama vê zihniyetê bi hezaran kurd kuştin û xwest bide nişandin ku ew dikarin tola xwe vekin.
Li Tirkiye guhertin tên kirin, gelek caran hinek gavên erênî di dema vê hukumetê de hatine avêtin .Lê gelemperî heta giyanê cumhuriyetê bijî tu guhertinek bingehîn li Tirkiye cihê xwe nagire. Heta ev îdeolijiya fermî bandora xweli ser dezgehên dewletê hebê û ew wek bingeh bête girtin tu guhertinên bingehîn pêknaye.

Divê di pirsa kurd de mirov du tişta ji hev cuda bike. Çareseriya pirsa kurd û sekinadina şer yan jî dev jê berdana çekan. Şer bisekine û PKK ji dev çek jî berdê pirsa kurd nayê çareserkirin. Ev  yek dibe gavek erênî ji bo civat normalîze bibe. Hinge ji bo çareseriyê metodên demokratîk tên karanîn. Yanî bi awayek din çareseriya pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê prosesek din e.

Îro berê kurdên hemî beşên Kurdistanê ketiya Başûrê Kurdistanê. Serokê Kurdistanê niha dest çelakiyek diplomatîk ji bo sekinadina şer û rêvekirina  diyalogê destpêkiriye. Ji berî niha demekî cigirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê û Tirkiye kir. Niha jî serokê Kurdistanê serdana Îranê kir û piştre jî ya Tirkiye bike.

Ev serdan li Tirkiye dikare bibe destpêka prosesek nû ji bo sekinandina şer. Şer bisekine rojane leşker, polis û çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest nedê, rêya diyalogê jî behtir vedibe. Dê hingê BDP jî çêtir bikaribe erkê xwe ji bo pêkanîna destirek nû kar bîne.
Serdana serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dikare bibe destpêka vê prosesê û ji bo vê yekê jî hêvî gelekin.

29.10.2011
Dara Bilek

Back to top button