Polîtîk
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî 88saliya Tirkiyeyê birê ve çû.
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî merasima 88saliya komara Tirkiyeyê birê ve çû.
Bi minasebeta 88saliay komara Tirkiyeyê, Konsolxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê, Îro li bajarê Hewlêrê merasimek saz kir. Di merasimê de Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê û gelek berprisên hizbî û hikûmî yên herêma Kurdistanê beşdar bûn.
Herwesa konsolos û nûnerên konsolxane û ofîsên welatên biyanî yên li Hewlêrê jî beşdarî merasima 88saliya komara Tirkyeyê bûn.
Di merasimê de Aydin Selcîn konsolosê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê peyvek pêşkeş kir û bigerî bixêrhatina mêvanan kir.