Salih û Salihî li Tehranê civiyan
Duhî Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya şandeyeke bala gehişte bajarê Taranê paytexta komara îslamiya Îranê û li balefirgeha Mihrabada ya navdewletî ji aliyê Mihemed Şeybanî cîgirê wezîrê derve yê Îranê û Mihemed Mezîd sefîrê Îraqê yê li Îranê û himareke berpirsên Îranê ve hat pêşwazî kirin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanî li avahiya wezareta derve ya Îranî ji aliyê Elî Ekber Salhî wezîrê derve yê hikûmeta Îranê ve hat pêşwazî kirin û di dîdareke hevbeş de her du aliyan têkeliyên di warê abûrî, bazirganî, pîşesazî û kulturî de gotûbêj kirin.
Serokê hikûmetê di axavtina xwe tekîd li ser giringiy apêşxistina têkeliyan bi Îranî re kir û got: Têkeliyên hikûmeta herêma Kurdistanê digel Îranê li ser hisaba tu welat û aliyan nîne, herwesa peywendiyên hikûmeta herêma Kurdistanê digel welatên din ne li ser hisaba Îranê ye.
Salih got ku siyaseta hikûmeta herlma Kurdistanê ewe ku têkeliyên xwe yên di warê diplomasî, abûrî, bazirganî û kulturî de li gek welatên cîran û bi taybetî digel Îranê berfireh bike.
Serokê hikûmetê herwesa îşaret bi bizava bazirganî ya di navbera herêma Kurdistanê û Îranê de kir û got ku bazirganiya navbera her du aliyan gelek berfireh buye û sal bo salê geştir dibe.
Wezîrê derve yê Îranî jî di axavtina xwe de got ku Îran dixaze têjekliyên xwe di warên cihê de bi herêma Kurdistanê re berfireh û xurt bike û bi awayekî çalaktir şirket û kompaniyên îranî beşdariyê di avadaniya herêma Kurdistanê de bikin.
Wezîrê derve yê Îranê got ku zanîngehên Îranî amaden epêşwaziyê li xwendekarên herêma Kurdistanê bikin bo timamkirina xandina bilind li zanîngehên îranî.
Di dîdarê de her du alî li ser wê yekê hevfirkir bûn ku giringe komîtreyên emnî, abûrî, siyasî û çandî di navbera her du aliyan de bên çalak kirin û aramî û asayîşa sînoran bê parastin.