Dosya

Du firqeyên leşkerî û yeka polîsê federal bo Kurdistanê

Babekir Zêberî serokerkanê arteşa Îraqê di daxuyaniyekê de got ku wezareta berevaniyê ya hikûmeta Îraqê û wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo pêkanîna 3 firqeyên leşkerî bo herêma Kurdistanê li benda aktîvkirina komîteyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên çareserkiriuna pirsa pêşmerge ne.

Zêberî got ku pirsgirêkên navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê pêwîstî bi çareserkirinê heye û got: her dema ew pirsgirêk hatin çareserkirin tu astengî di navbera wezareta berevaniyê û wezareta pêşmerge de namînin, ji ber ku pêşwext gelek civîn di navbera her du wezaretan de hatîne kirin ûp gelek pirs hatîne şareser kirin.

Seroerkanê arteşa Îraqê got ku dê 3 firqeyên leşkerî , 12 hezar kesî, bo herêma Kurdistanê hên pêkanîn ku yek ji wan firqeyeke pilîsê federalî ye.

Zêbarî got ku firqeyên çiyayî bi her sê wîlayetên herêma Kurdistanê û firqeyeke polîsê federalî bo karûbarên leşkerî û navxwe bin.

Back to top button