Celadet Bedirxan

Mîr Celadet kurî Emîn Alî û yekêk le nawdaranî binemaley Bedirxanî gewrey nemir, le salî 1893 le Stenbul le dayik buwe, salî 1922 nawî le lîstî ew kesanebû ke Turkiya be niyaz bû le nawiyan bibat, boye naçar debê biçête Elman û peywendî le gel Kurdanî Elman tundutol tir dekat, her lewê doktora dexwênê û belam natwanê tewawî bikat û degerêtewe bo Misir û her le wêş salî 1926 Emîn Alî bawkî koçî duwayî dekat, em piyawe duwahemîn Mîrî Bedirxaniyekan bû, siyasiyekî gewre bû le nawçeke û le zorbey danustanekanî nêwan Brîtanya û Iraq û Frensa û hêze siyasiyekanî nawçeke, dahênerêkî baş bû le bi warî rojnamegerî ke le duway rojnamey Kurdistanî dayikewe, govarî Hawarî derkirduwe û xawenî çendîn kitêbe le ser mêjuwî Kurd lew kate da û edebiyat be taybetî şî’ir û folklor û htd, cîge le zimanî Kurdî, zorbey zimane zînduwekanî dezanî, lewane (Elmanî, Îngilîzî, Frensî, Farisî, Rûsî, Erebî, Turkî û Yonanî) dezanî.

Le rojnamegeriyewe bo siyaset
 
Celadet kitêbêkî le barey kêşey Kurd û bilawe pêkirdiniyan be pêyî yasakanî ew katî Turkiya nusîwe, ew lewê da giringî bem metirsiye dawe û bas lewe dekat ke debê Kurd û hemû layek bizanin kêşey Kurd çiye û amancî serekî serkirde Kurdekan çîn û çareserî em kêşeye çon dekirê?. Her weha bas lewe dekat taku kêşey Kurd lem nawçeye bew şêweye temaşa bikirê û bimênê, berdewam debê, çunke em kêşeye le qonaxêkî nêzîkewe dernekewtuwe û tiştêkî taze niye, rîşey degerêtewe bo sedan sal ber lew katey nusîwiyetî û be hîç corêk ruwî çareserî be xoyewe nebînîwe, ew delê” şerî cîhanî buwe be mayey ewey ke wilat û cografiyayî Kurdan bikirêt be çend parçeyekewe”. Celadet ew kitêbey bo ewe nusîwe, çunke yasay peyrew kirdinî dûrxistinewey Kurdan le layen Turkewe le salî 1932 be fermî rageyênrawe.

“Govarî Hawar le salî 1932 derçuwe, pêştir ber lewey derbiçêt, le 26_10_1931 moletî le Hikûmetî Suriya wergirtibû, belam le ber barî aborî, bo mawey hewt mang derneçû, em govare qonaxêkî dîkey rojnamegerî Kurdiye û nêzîkey 57 jimarey lê derçû”. Serçawe. Rolî Binemaley Bedirxaniyekan, Abdulsemed Îslam Teha Doskî, l33 û 34

Îtîhad û tereqî komeleyekî yekgirtuwî Kurdiyekan bû, Celadet be zorîney deng bo serokayetî kirdinî ew yekêtiye helbijêrdra.
 
“Salî 1927 be hawkarî Kurdekanî Lubnan weku xwa lê xoşbû Cemîl Haco û Kebîr Hesen û Hemze Beg û htd le şarî Hemdun komeley Xoybûnî dirust kird, duway ewe têgeyîşt ke nêwanî Turkiya û Franse berew başbûn deçû, Celadet be naçarî peywendî be şoreşî Akrê we kird û duwatir le Dîmeşqî paytextî Suriya komeley Xoybunî kokirdewe û buwe be Serokî komeleke”. Silêman Osman, Konî Reş, Al Amîr Celadet Bedirxan, Heyate û Fikre, Teqdîm Rewşen Bedirxan, l55 û 56.

Celadet ziyatir be piyawêkî siyasî nasrawe wek lewey rojnamenûs bêt, çunke rojnamey le pênaw siyaset da bekarhênawe, Majer Noel ew kate salî 1919 Wezîrî Derewey Brîtanya bû, serdanî Kurdistan dekat, hawrê le gel Celadet û Kameran Bedirxan bo ziyatir aşna bûn be nawçeke û rewşî siyasî, ew wezîre le jêr karîgerî Celadet, projeyek pêşkeş be hikumet dekat ” Sebaret be zemanetî aştî le nawçeke û projekeş birîtiye le 3 xal

1: Derkirdinî deselatî Turkî le Kurdistan.

2: Dabeş nekirdinî Kurdistan.
 
3: Diyarîkirdinî sînûrî her dû dewletî Iraq û Kurdistan û hêlêkî etnolojî diyarî le nêwan Kurd û Ereb. Egerçî ew pêşniyare asewarî le rêkewtinnamey Sevr mabû ke xoy le sê bend da debîntiyewe û lewaneş bendekanî (62 û 63 û 64) Kemaliyekan emeyan neselmand û hikumetî Brîtanîş ew pêşniyarey ret kirdewe, hikumetî Turkiya berdewam le ser be Turk kirdinî Kurdan, îdî her şitêk be nef’î Kurd bû lewane çalakî siyasî û roşinbîre û daxistinî nadî û qutabxane destî pêkird”. Selah Sadalle, El Mesele El Kurdiye Fî Turkiya, Merhele cedîde, Sine 1991 l 7 û l 8.

Celadet û Adaletî komelayetî

Yekêk lew xale cewheriyaney Celadet Bedirxan le ser wextî hukmî xoy da hebuwe, meseley dadî komelayetî û be yek çaw temaşa kirdinî hemû netewe û ayîn û mezhebekan û pêkhatekan buwe le jêr hakimiyetî ewda, bo nimune kesêkî weku doktor Xalfîn ke rojhelatnasêkî Sovyetî buwe û hatote ew nawçeyey Cezîrey Botan û rewşekey be çawî xoy bînîwe û nusîwiyetî” Kurdekan le çilekanî sedey nozdehem da le çalakî nîştîmanîda zîrek bûn, boye ew wilate şaxawiye ke dekewête xwaruwî deryaçey Wan û le sînûrî Îrane û le rojhelatî Diyarbekir û Musilî Iraqî kewte jêr destî Osmaniyekan, Bedirxan beg buwe hakimî nawçeke ke xelk piştgîriyan lê dekird, emaneş tenha Kurd nebûn, belku Ermen û Kild û Aşurîş bûn û be yek çaw temaşay hemû layek kirawe le layen hukimranekeyanewe”. Serçawe, Selah Sadalle, El Mesele El Kurdiye fî Turkiya, Merhele Cedîde, Sine 1991 l 3 û 4

Her weha ew rojhelatnase delê” le ruwî komelayetîşewe dadperwerî hebuwe, her wek nimuneyek heye delên minalêk geşt dekat zêrî le dest da buwe”. le ruwî ayîniyewe hemû ayînekanîş xawenî kultûrî xoyan bûn bebê ewey hîç hêzêk serkutiyan bikat, bo nimune mesîhiyekan kenîsey xoyan hebuwe bo xuda perestî xoyan be azadane kirduwe, le katêk da Kurdekan ser be ayînî îslam bûne” heman serçawey pêşû.

Giringîdan be edeb

Mîr Celadet hestî kirduwe bewey ke Kurd bo ewey çîrokekanî naw diliyan binûsînewe û dokumêntî biken û Kurdîş mafî xoyetî edebiyatî xoy hebêt û bînusêtewe, pêwîstî be elf û bay latînî Kurdî heye, çunke pêştir yan be Turkî yan be Frensî nusîwiyanetewe, boye le lapere yekemî rojnamey Hawar ke le rojî 15_5_1932 bilawî kirdotewe û gutuwiyetî” min Kurdim û zimanî xom dezanim be başî, zimanekey xom berawird kird be heşt zimanî ciyawaz, boye helwesteyekim kird û be pêwîstim zanî ew pîte binûsmewe”. Heman serçawey pêşû l110. Eme cîge lewey giringî be folklor û yadewerî Kurdî da dawe, lavje yekêke le folklore Kurdiyekan Celadet zor giringî pêdawe û utarî le ser nusîwe, ” le govarî Hawar jimare 26 bas lewe dekat ke ew folklore ke be nawî (lavje) goranî û gotarêkî ayîniye û bas le axîretî dunya dekat” lem bareyewe Abdulsemed Îslam le barî lavjewe delê” lavje beşêke le folklorî Kurdî û corêke le goranî, belam nawerokî em core goraniye taybete be babetî felsefî dînî”. Celadet Bedirxan û şî’ir, lêkolîneke şîrovekarî ye, azadî Abdulezîz Muzurî, l91 û l92.
 
Giringîdan be edeb û be taybet şî’irekanî Ahmedî Xanî û bilawkirdineweyan le rojnamey Hawarî ewkat. Yekêk buwe lew karaney ke le lay Celadet giring buwe, yekem le ber ewey şî’irekanî xanî Kurdî bûne û morkî Kurdî pêwedîdare û nefewtê, duwem le ber ewey ew şî’iraney xanî nusîwiyetî gutarêkî Kurdî ew kate buwe, boye le govarekey xoy bilawî kirdotewe.

Mîr Celadet cîge lewey şî’irî şa’îranî nawdarî Kurdî bilawkirdotewe be xatirî ewey edebî Kurdî hem dokumênt bikat û hem dewlemendî bikat, bo xoşî şî’irî be kêşî pence nusîwetewe, bo nimune le deqî (Bilûra min) delê”

Bilura min a şîrîn
Tu di sariya sibehê
Û hungûra êvarê de
Hevala bêhevalan
Dest birayê şivan û dilketiyanî
Dengê te hêstirên dilên xemgîran,
Silava ji hev veqetiyan û htd. ” Serçawe. Mîr Celadet Bedirxan û şî’ir. Lêkolîneweyekî şîrovekarî ye. Azad Abdulezîz Muzurî. l40.

Eme cîge lewey Celadet be çend şêweyek şî’irî nusîwe, lewane şî’irî ewîndarî û siruştî û le hemuşiyan giringtir şî’irî nîştîmanperweriye, her wek delê”

Xemrevîna terkeserên dinyayê
û li rojhelatî
Dema ku dunya hişyar be
Ji xew radibe
Ji mere
Strana azadiyê û serbestiya
Kurdistanê û htd”. heman serçawey pêşû. l 63

Her weha le şî’irî ewîndarîş delê:
Were dotmam ava şetê me şerbete
Pîla navê li hev dikete
Evîna xelk û alem ji heyamê pêxemberan adet bê
Ya min û ya dotmama min li Cizîra Bota, bûye qebahete.

Helbet weku serçawekan û lêkolînewekan basî lêwe deken û xatû Rewşen bo xoşî ew danpiyaney bo ew şî’ire heye, guwaye bo Rewşenî gutuwe. Her boye duwatir debête xêzanî.

Peywendî Mîr Celadet be roşenbîranî Kurdewe

Mîr Celadet peywendiyekî rastewxo û narastewxoy be roşenbîranî her çwar parçey Kurdistanewe hebuwe û govarî Hawar giringiyekî le radebederî pêdrawe le layen ew roşenbîranewe “Hamîd Ferec yekem roşenbîrî Kurdî başure ke be nameyekî dûr û dirêj, pîrozbahî beşdarî le jimare 3 î Hawar dekat û be nawî hemû lawanî Iraqiyewe û delê” le paş dest guşîn demêk bû çawerwanî stareyekî Gelawêjî Kurdman dekird, taku duwênê be çawî xoman bînîman ke ewîş govarî Haware, ke çawî hemû Kurdêkî rûn kirdewe, hîwaman waye be tenînî hemû Kurdistan runak bikatewe û hemû Kurdêk bedem em Hawarewe biçêt û taku bikewîne ser rêgay û bo yekêtî Kurdan hewl bideyn” her weha le layen Şakir Fetah ke roşenbîrêkî gewrew be helwêstî Kurd bû le layen rejîmî be’esewe le nawerastî heştakanî sedey bîstem kujra, nameyek arastey Celadet dekat bo destxoşî le govarî Hawar û delê” Hawar nemamêke be destî zana le zewiyekî be pît da nêjrawe, belam bo ewey be rûbûm bidat debê çawdêrî bikirê taku gewre debêt” Kemal Mezher mêjûnusêkî Kurde û delê” Hawar take govarêkî Kurdî bû le sê salî rabirdû temenî xoy weku şemalêkî le şewêkî tarîkî da nezanî desutan û ronakî dedat beher çar dewrî xoy”. Pîremêrdî nemir şî’irî wefdî Kurdistanî sebaret be raperênî berderkî seray Silêmanî ke le eylulî 1930 le govarî Hawar bilawkirawetewe” esîrî şa’îrêkî Kurde û şî’irî sînûrî bo nusîwe û Fayeq Bêkes şî’irî (Yadî Weten) û Hêminî Mukriyanî be şî’irî (Skalayek le girdî seywan) û (bo xawenî Hawar) û pexşanêk le (Kurdistanî xwênîn ) hawkarî û piştgîrî Mîr Celadet û govarî Hawariyan kirduwe” serçawe govarî rojnamenûs jimare 106 karîgeriya Mîr Celadet Bedirxan û govarî Hawar le başurî Kurdistan.

Serencam lewe têdegeyîn ke Mîr Celadet lew kateda ke cengî cîhanî yekem le arada buwe, asan nebuwe piyawêk weku helkewteyek lew nawçeye ke Kurdnişîn buwe û wilatanî dewrupiştî hawkariyan nekirduwe, be tenha û be hawkarî çend edîb û nuserêk, hem siyasiyet bikat û hem dîblomasiyet û hem rojname derbikat, boye mafî xoyetî karekanî be girîng helbisengêrêt.

Simko Mihemed*

Ew lêkolîneweye bo heştemîn Festîvalî Bedirxan le Parîs nûsrawe.

Nerîna min :