Cîhan

Piştî 5 salan şiyar bû

Serokwezîrê berê yê Îsraîlê Arîel Şaron di 4’ê Rêbendana 2006’an de ji ber xwînariya mêjiyê ketîbû komayê û piştî 5 salan cara ewil nîşana şiyarbûnê da.

Doktora taybet yê Arîel Şaronê Şlomo Segev da zanîn ku dema ku em ji laşê Arîel Şaronê re qurnîck dikin tepkî nîşan dide û dema ku dengek bibihîse çavên xwe vedike.

Doktorê Taybet yê Arîl Şaronê Şlomo Segev roja yekşemê ji televîzyonekî ra daxuyanîyek da û got: Arîel Şaron piştî 5 salan şiyar bû.

Arîel Şaron di sala 2001’an de nexweş bûbû û ta sala 2006’an Serokwezîrî dikir. Di sala 2006’an de jî dev jê peywîrdariya xwe berda. Arîel Şaron ji ber kêmbûna xwînê di mêjiyê xwe de xesarek cidî pêkhat û ji sala 2006’an û vir ve di komayê de bû.

Back to top button