Cîhan

Fransa: Divê Yekîtiya Ewropa piştgiriya Kurdistanê bike

Wezareta Karên Derveyî yê Hikumeta Frensayê ji Yekîtiya Ewropa daxwaz kir ku alîkariya Kurdistanê bike. Herwiha di daxuyaniyê de balkişand li ser kesên Xrîstiyan û diyar kir ku Xrîstiyanên Iraqê ber bi Kurdistanê ve koçber dibin.

Berprisî Karên Derveyî yê Hikumeta Fransayê Michael Elyumary ji rojnameya Fransî ya bi navê Vigaroyê re beyanetek da û got: Xrîstiyanên Iraqê di bin tehdîdê de ne û ber bi Kurdistanê ve koç dikin ji ber ku herêma Kurdistanê ji bo kesên Xrîstiyan herêmekî bi ewleyiye.

Kesên Xrîstiyan bi taybetî jî piştî 2003’an ji herêmên cûrbecûr ya Iraqê  derketin û berê xwe dan Kurdistanê. Ev gavekî bifeyde bû. Divê Yekîtiya Ewropa bi awayekî zêde alîkariyên xwe ji Kurdistanê bike. Hikumeta Kurdistan ji me zêdetir alîkariya kesên Xrîstiyan kir.

Li Iraqê ji ber êrîşên terorî gelek malbatên Xrîstiyan ji cih û warên xwe derketin û li Kurdistanê  bi cih bûbûn. Ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî ve ji bo pêşwazîkirina Xrîstiyanan komîsyonekî hatîbû avakirin.

Back to top button