Polîtîk

Salih: Çênabe Silêmanî bibe qurbana nakokiyên siyasî

Serokwezîrê herêma Kurdistanê  Berhem Salih, derbarê wan tedbîrên ewlekariyê de ku li bajarê Silêmaniyê hatine wergirtin, got: ‘’Bila dilê hemû kesî di cîh de be ku ev tedbîrên han demkî ne û ji bo aramkirina rewşê ne û mebest jî ew e da tundûtûjî û karesatên zêdetir çênebin.’’

Derbarê bûyer û aloziyên bajarê Silêmaniyê de serokwezîrê herêma Kurdistanê Berhem Ehmed Salih ji rojnameya Awêne re got:

– Mixabin roja yekem a wan xwepêşandanan karesatên nexweş û nexwestî bi xwe re anîn, bi baweriya me çênabe bi her hincetekê û di jêr her navekî de be, xwîna hevwelatiyên Kurdistanê û ciwanan bê rijtin. Ji bo xemsariya hêzên navxwe jî di bûyeran de lijneyek bi serokatiya dadwerekî hatiye pêkanîn û karê xwe dike, her binpêkirineke ku çêbûbe jî ya herî baş hemû aliyek hewara xwe bighîne dadgehê da li wir mafê xwe werbigre.

– Ferman û rênmayiyên me bo hêzên polîs û navxwe ew bûn ku bi aramî û bê teqekirin û şîdet ligel xwepêşanderan tevbigerin, bo vê mebestê jî me rênmayiyên diyarkirî derxistine ku parastina xwepêşanderan bi dereceya yekê erkê polîsên çalakiyên sivîl e, lê me hemûyan ew rastî dît ku hinek kesan bi qest kar bo wê yekê dikir li hemberî hêzên polîs şîdet bê bikaranîn û me bi çavê xwe jî dît di encam de jimareyeke zêde ji hevwelatî û polîsan birîndar bûn.

– Hemû xelkê Kurdistanê şahidê wê yekê ne ka çawa hêzên polîs bi sîngeke fireh û xwegirtî ligel berbarankirin û şîdeta hinek kesên nav xwepêşanderan tevdigeriyan. Herwiha di demên dawî de şîdeta li beramberî hêzên polîs û bandora wê li ser jiyana xelkê bi taybetî bajarê Silêmaniyê gehişte rewşeke metirsîdar ku êdî çênedibû hikûmet her bêdeng bimîne, lewra bi mebesta dawîanîn li wê alozî û şîdetê biryar hat dayîn êdî xwepêşandanên bê mohlet neyên kirin. Em dipirsin piştî van tedbîrên me yên qanûnî rewşa çi lê hat, şîdet û alozî zêde bû yan nema? Tenê roja 17ê nîsanê nêzîka 100 kesî li Silêmaniyê birîndar bûn ku piraniya wan jî polîs bûn, lê piştî van tedbîrên hikûmetê, ne kes şehîd bûye û ne kes jî birîndar bûye, lewra daxwaz dikim ku careke din bajarê Silêmaniyê û xelkê wê yê tekoşer nebin qurbana milmilaneyên siyasî û meyadan yekalîkirina nakokiyên siyasî.

Back to top button