Kultur

Pîrozbayiya 30emîn salvegera FKKSê

Dawetname ji bo endamên kevn yên Komîteya Karger û Komîteya Giştî ya FKKSê

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) 30 sal berê di gulana 1981ê de hat
damezirandin. Amanca sereke ya avakirina Federasyonê, pêkanîna platformekî hevbeş bo
kurdên Swêdê bû.

30 sal xebat bo nasandina kurd û Kurdistanê, bo ziman û nasnameya kurdî, bo piştgirîya gelê kurd, bo çareserîya pirsên penaberên kurd pîroz be!

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê di 14ê gulana 2011 de di gel endamên
Komîteya Karger û Komîteya Giştî yên kevin û yên nû, serokên komeleyên endam, nûnerên
rêxistin û ragihandin dê 30-mîn salvegera Federasyona Komeleyên Kurdistanê bi
rûniştinekî Komîteya Giştî ku ji hemû endamên kevin û nû pêk bê û şahîyekê pîroz bike.

Komîteya Giştî ya FKKS hemû endamên komîteya karger û giştî yên berê ku di nav van 30
salan de li organên FKKS kar kirine, dawetî pîrozbahîya 30-min dike. Ji ber ku navnîşana hemû endamên komîteya karger û komîteya giştî ya berê li cem me nîne, me xwest bi riya vê annonsê endamên berê yê organên FKKS dawet bikin. Heta 10ê Gulanê bikaribin bi riya mail me ji beşdarbûna xwe agahdar bikin em ê kêfxweş bibin. Navnîşana ciyê pîrozbahî ji kesên ku beşdar dibin re wê biriya e-post bê şandin.

Beşdarbûna we wê me kêfxweş bike.

Li ser navê Komîteya Giştî ya FKKSê

Seroka FKKSê Şermin Bozarslan

Ji bo têkilî: [email protected]

Tel: 08 – 27 72 55

Back to top button