PDK û YNK: Em ji bo her civîn û danûstandinekê amadene
Îro herdû polîtburoyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê civiyan. Piştî civînê, PDK û YNKê ragehandin ku bo aramkirina rewşa herêma Kurdistanê ji her civîn û danûstandinekê re amade ne.
Li gor Rûdawê, di beyannameya herdû polîtburoyên PDK û YNKê de, wiha tê gotin: ”Em li ser wê yekê hevra ne ku, ji bo aramiya rewşa Kurdistanê, pêdivî bi zemîneyeke jihevfamkirinê heye. Lewra em careke din dûpat dikin ku pêdiviya rewşa niha ya Kurdistanê bi aramiyê heye û divê em vegerin ser rêbaza diyalogê ji bo jihevfamkirin û çarserkirina pirsgirêkan. Herwiha berjewendiyên bilind ên gelê xwe liberçav bigrin û vê ezmûna xwe ya heyî biparêzin.”
Beyannameya PDK û YNKê wiha berdewam dike: ”Em amadebûna xwe ji bo her civîn û danûstandinekê tînin ziman bi mebesta çarserkirina kêmasiyan di çarçoveya damezreyên rewa yên Herêma Kurdistanê de û li ser bingehê stratejiya xizmetkirina xelkê Kurdistanê û parastina berjewendiyên wan. Bi baweriya me destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê derbarê çaksazî û destpêkirina gotûbêjê di navbera hêz û aliyên siyasî de çarçoveyeke maqûl bo derketina ji vê rewşa aloz a niha û biryara 17 xalî ya Parlamentoya Kurdistanê û her pêşniyareke din a pozîtîv jî bikin bingeh.”