Ozer: AK Partî êdî piştgirî nade “pêşîlêvekirina kurdî”.
Li Tirkiyeyê siyasetzan Prof.Dr. Ahmet Ozer ragihand ku AK Partî êdî piştgirî nade “pêşîlêvekirina kurdî”.
Prof.Dr. Ozer derbarê beyanameyên hilbijartinê yên partiya desthilatê AK Partî û mezintirîn partiya dijbere Partiya Komerger ya Gel (CHP) de, daxuyaniyek da AKnewsê.
Siyasetzan Ozer ragihand ku serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di sala 2005an de li Diyarbekirê gotibû; “Pirsa kurdî heye û pirsa min e jî, dewletê di raborî de şaşî û çewtî kirin” û bi vê axaftina xwe bû sedema kelecaniyê lê Erdogan niha bi gotina xwe ya “Pirsa kurdî nîne, pirsa welatiyên kurd heye” nîşan da ku ew êdî piştgirî nade pêvajoya “pêşîlêvekirinê”.
Prof.Dr. Ozer aşkere kir ku lîsteya namzedên AK Partiyê yên li bajarên kurdnişîn û beyanameya wê ya hilbijartinê jî wê rastiyê diselmînin û got:
– Ya yekê, AK Partî wiha difikire ‘em kê bikin namzed û em çi bêjin jî dengên me naguherin, hemû dengên li derveyî BDPê ,yên me ne’. Bi vî rengî dixwazin dengên neteweperest yên li bajarên rojavaya Tirkiyeyê werbigirin û Partiya Tevgera Neteweperest lawaz bikin daku benda hilbijartinê (ji sedî 10ê) derbas neke û ji bo sîstema dupartiyî keş û hewayekî siyasî ya guncan pêk bînin. Ya duyê jî xuya ye Erdogan ji bo ku bibe serokomar an jî serok, digel artêş û saziyên din yên dewletê lihevkirineke nehênî çêkiriye. Bi ya Erdogan ew dikare encax bi lihevkirina digel wan bibe serokomar an jî serok.”
Ozer diyar kir, rêveberiya CHPyê jî fêm kiriye, heta ku ew digel kurdan, aliyên muhafazakar û hejar li hev nekin, nikarin bibin alternatîfa desthilatê lewra di vê mijarê de hin gav avêtin û di beyanameya xwe ya hilbijartinê de şermok jî bin, derbarê pirsa kurdî de hin daxwaz pêşkêş kirin.
Prof. Dr. Ozer di berdewamiya axaftina xwe de got:
– Hin bergumanên Ergenekonê hatin namzedkirin û di herêmê de kesên ku bi nasnameya xwe ya kurdî tên nasîn nehatin namzedkirin, bi ya min CHPê bi van gavên xwe şaşî kir lewra CHPê nikare di hilbijartinên 12ê hezîranê de bibe alternatîfa desthilatê, şansê xwe ji dest da. Eger CHPê di qonaxa dahatî de kesên nêzîkî Ergenekonê ne ji xwe dûr bixe, digel kurdan, muhazafakar û hejaran li hev bike, dikare bibe alternatîfeke desthilatê.
AKnews