Civak

Rwangeyê xelatên sala 2022an belav kir

Weqfa Rwangeyê ciwanên ji Iraq û Herêma Kurdistanê yên ku di 10 beşên cuda de ji nav zêdetirî 850 berheman xelat wergirtine eşkere kir.

Li salona Seed Ebdullah a li Hewlêrê merasîmek ji bo Xelatên Rwangeyê ku her sal ji aliyê Weqfa Rwange ve tê belavkirin, hat lidarxistin. Damezrerê Weqfa Rwangeyê Idrîs Barzanî, Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, Cîgirê Seroka Parlamentoya Kurdistanê û gelek siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan, nivîskar û kesayetiyên navdar beşdarî merasîmê bûn.

Îsal, 566 mêr û 297 jinan berhemên xwe şandin Rwangayê. Piştî hûrbûnan 36 kesên ji 10 bajarên cuda di beşên karsazî, dahêneriya zanistî, bernamesazî, çîrok, helbest, şêwekarî, kurte-fîlm, hunera rcyleying, mûzîka solo û wênegirî de hatin xelatkirin. Ji xelatgiran deh jinên ciwan in.

Weqfa Rwangeyê hemû cure projeyên hunerî, edebî û zanistî yên ku li Herêma Kurdistan û Iraqê hatine çêkirin, ji bo peydakirina kesên bi şiyan û bihêzkirina baweriyê bi mebesta geşkirin û pêşxistina potansiyela ciwanan li hev kom dike.

Di merasîma xelatdayînê ya îsal de, di her beşê de xelatên yekem, duyemîn û sêyemîn hatin dayîn:

Karsazî

Bextiyar Ezîz Heme Necim (Botolon), Ehmed Aryan Sidîq (Projeya Stay Home), Sîpel Kemal Ebdulezîz (Amavi)

Dahêneriya Zanistî

Kardin Karwan Elî (Kurdlabs), Nînar Araz Letîf (Trafîklayta Zîrek), Elî Samî Seyde (Amûra dîtina damar)

Bernamesazî

Ebdulhadî Ebas Ebdulla (Vegerandina deng bo nivîs), Emîn Sirwan Sabir (Guhertina rûberek bo şaşeya touch), Hesar Şiwan Ebdulla (Application – VR Walkthrough)

Kurte Çîrok – Erebî

Esma Mehdî Razî (Bîranîna Kolanê), Delal Beşar Ebdullah (Rêyek ber bi rojê), Elî Ekber Cevad Şehîb (Ruhekî herikbar)

Kurte Çîrok – Kurdî

Nazîla Pêşrew Husên (Keça di nav çar dîwaran de), Bînayî Îzzedîn Elî (Parçeyê goştê min), Reyan Remzî Adem (Odeya dawî)

Helbest – Erebî

Cevad Mihemed Elî (Diyalog bo şoreşgerên Octoberê), Husên Elî Sahib (Nexş li ser rûyê agir), Seydo Ehmed Heso (Depresyon)

Helbest – Kurdî

Xelat Zirar Kazim (Nasname), Roj Mistefa Ebdulla (Mala baranê ku rêya wê wenda bû), Elî Faris Husên (Julia)

Şêwekarî

Mihemed Muxlîf Ebdurrezak (Tabloya tirsê), Kemend Kameran Mehmûd (Tabloya şêrejinên Kurd), Emîr Dawud Mihemed Elî (Tabloya Cejna Newrozê)

Hunera Recycled

Elî Cemal Kazim (Tabloya tirsa jinekê), Dilşad Şîmal Mihemed (Wêneyê endazyar Zeha Hedid), Sîdre Mihemed Rafih (Azadî)

Muzîka Solo

Bilind Mehdî Ebdullah (Kurdê Çiya), Perî Çalak Sidîq Walts (valse) op.69 No.2, Umer Mehmûd Hebîb (Longa)

Kurte-fîlm

Şehed Fereydûn Mihemed (Capture), Serhad Nerîman Xemo (Dewlemendiya Rasteqîne), Rêzdar Kerîm Mihemedemîn (Demjimêr heşt)

Wênegirtin

Muqteda Kazim Sibat (Hunera avahîsaziya Îslamî), Elî Qasim Seyhod (Bixwîne), Mihemed Ode Casim (Rûhel Hiwat)

Jêder: Rudaw

Back to top button