Polîtîk

Li rojavayê Kurdistanê êrîşê bingehek Amerikî hate kirin

 Fermandehiya Navendî ya Amerîkay (CENTCOM0 daxûyakirin ku,şeva borî di demjimêr 22:31 xulekan de, 2 roket li baregeha hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Şedadî ya Sûriyê ketine.”

Herwiha eşkere kir, baregeha kubûye armanca roketan bingeheke perwerdeyê bû û di êrîşê de ti ziyanek çênebûye.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) gihiştine cihê avêtina roketa û roketek jî a neteqiyayî dîtine.

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Amerîkî Joe Buccino li ser êrîşê eşkere kir, êrîşên bi vî rengî metirsiyê dixine ser hêzên hevpeymanan û sivîlan, herwiha ewlehî û aramiya ku bi zehmetî hatiye bidestxistin dixe metirsiyê.

Back to top button