Cîhan

Rûsya: Şerê li Helebê binpêkirin serweriya Sûri ye

Berdevkê Serokê Rûsya Dimitry Peskov da zanîn ku êrîşa li ser Helebê, binpêkirina serweriya Sûri ye. Em piştevaniya Rêjîmê Sûrî dikin.

Di kongireke rojnamevanî de, Peskov got ku “şerê grûpên çekdar li ser Helebê serweriya Sûriyê bin pê dike”.

Peskov da zanîn ku “welatê wî piştevaniya desthelata destûrî li deverê dike. Em bangê li desthelata Sûrî dikin ku deverê di zotirîn dem de kontirol bike”.

Ev 3 roj in, şer di navbera grûpên çekdar ên Opozisyona Sûrî û “Bereya Tehrîr El-Şam” û hêzên Rêjîma Sûrî de li gundewarên Heleb û Idlibê derketiye.

Opozisyona Sûrî kurte vîdyok belav kir û got ku çekdarên wê derbasî nava Helebê bûne.

Ji aliyê xwe ve, Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Rêjîmê di daxuyaniyekê de da zanîn ku hêzên wê careke din hin xal li deveran şer kontirol kirine û di şer de berdewam bin da rawestandina vê êrîşê.

Back to top button