Polîtîk

Civîna DEMê û Ocalan kengê ye? Erdogan telîmat da Wezîrê Dadê..!

Piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku gotibû divê di demek herî kurt de endamên DEM’ê û Ocalan rû bi rû bicivin, hate gotin ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li ser serdana rêveberên DEM’ê ya Îmraliyê erênî ye. Hat diyarkirin ku Erdogan di derbarê vê mijarê de bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin pêk aniye û telîmat daye ku pêvajoya destûra serdanê bi lez bê kirin.

Li gora nûçeya rojnameya Tûrkiye, hate hînbûn ku Erdogan fermana pêvajoya nû daye, ji bo ku tiştên di pêvajoya çareseriyê ya berê de pêk hatin dubare nebe, ‘bi hişyarî û bi baldarî’ bê meşandin bi tedbîr tevdigere. Hat zanîn ku, daxwaza serlêdana Partiya DEM’ê ya ji bo Wezareta Edaletê ya li ser vê mijarê dê di demeke kin de bi erênî encam bibe.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, MÎT wê ‘amadekariyên destpêkê’ bike û piştî ku ev amadekarî bi dawî bûn, wê destûr bê dayîn ku heyeta DEM’ê biçe Îmraliyê. Çavkaniyên AK Partiyê gotin, “Eger Ocalan ji endamên DEM’ê re bêje têkiliyên xwe yên bi rêxistinê re qut bikin û rêxistinê hilweşînin; “Dê serdanên Îmraliyê berdewam bikin.

Back to top button