Nêzîkî du meh ji bo rêkevtina stratejîk a di navbera Bexda û Washingtonê de hatî îmze kirin cîh bi cîh bibe. Xala sereke ya vê rêkeftina heta dawî sala 2021ê hemû hêzên Amerîkî û yên hevpeymana yên şerker ji Iraqê vekişin.

Di vê derbarê de berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Wayne Marotto daxûyanik da û dibêje ku,, rola Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, heta dawiya salê dubare tê birêxistin.herweha marotto dibêje: Em bi hevkariyên ewlekarî û leşkerî yên bi Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê re ji bo rûbirûbûna DAIŞ pabend dibin. Hêzên Hevpeymanan piştevaniyê li Iraqeke aram dikin.

li gora nûçeyeka rojnameya New York Times a Amerikî dê ,dê 2000 efserên Amerikî li Iraqê bimînin û li deverên pêwist bêne belav kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: