Rusya bi tundî bersiva Tirkye da!

Hilbijartinên Parlemetoya Rusyayi Duba li devera Qirimê jî hatin li darxistin. Tê zanin ku Qirim di nava Ukraniye de bû. Rusên li Qirimê dijîn li gel Ukranya şer kirin û bi pişgiriya Artêşa Rusya Qirim ji Ukranya qetandin û Rusya ve hate gêrêdan. Di van hilbijartinên parlementoya Rusyayê li Qirimê jî hatin kirin û ev yek nîşan da ku devera Qirim ji aliyê Rusyayê ve wek wilayeteka Rusya hatiye qebûl kirin.

Tirkiya li himber vê yekê nerazîbûna xwe da diyarkirin. Wezereta derve ya Tirkiye daxûyaniyek belav kir û dibêje: ”Tirkiye pişgiriya xwe ya parastina yekitiya xaka Ukranyayê berdewam dike.Dagirkirina Qirimê ya ne huquqî nas nake. Di vê çerçoveyê de rojên 17-19ê Îlonê hilbijartinên parlementoya Rusyayê ya li Qirimê hatî li darxistin nas nake û ji bo Tirkiye tu meşrutiyeta van hilbijartinên Qirimê hatîn kirin tuneye.

Li himber vê daxûyaniya Tirkiye Moskova di cih de bersiv da û ji bersivek diplometik behtir , di hinek pirsan de bala Tirkiye kişand. Berdeka wezereta derve ya Rusyayê Zaharova di daxûyaniyekî de got ku, eger ji osovayi bersiva pêwist negirtibin ev ji sebra wan tê. Ev yek tenê dibe sedema ku pêwendiyê wan yên du alî têkbibe.

Herweha berdevkê Kiremlin Dimitri Peskov jî di daxuyaniya xwe de dibêje: Rusya van daxûyaniyên bi vî awayî qebûl nake.Em vê yekê gelek vekirî ji Tirkiye re dibêjin.Pirsa Qirimê bi temamî ji derê babetên ku em li gel Tirkiye gotubêja li ser dikin de ye. Em ji vê helwesta Tirkiye ne razîne.Lê em dizanin ku li himber rastiya bûyeran dê Tirkiye jî rêzê li vê helwesta me bigre.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: