PolîtîkRojev

Vegera PDK û Kurdayetiyê tirs li cem Ereb û Tirkmanên Kerkûkê çêkiriye

Berdevkê PDKê û Endamê Polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, Serok Mesûd Barzanî daxwaz ji me kir ku di dema bangeşeyê de em aram û nerim bin. Herwiha Mehmûd Mihemed wiha got, tirsa Ereb û Tirkmanan ji vegera PDK ji bo Kerkûkê ji ber wê yekê ye ku dê Kurdayetî vegere wî bajêrî.

Mehmûd Mihemed ragihad: “Tirsa Ereb û Tirkmanan ji vegera PDK ji bo Kerkûkê ji ber wê yekê ye ku dê Kurdayetî vegere wî bajêrî, lewma ew dijayetiya vegera PDKê dikin. Herwiha ditirsin bêhê bibin di hikûmetê de. Kerkûk eger ser bi Herêma Kurdistanê be yan na, Kerkûk her bajarekî Kurdistanî ye û bila hemû birgehên madeya 140 werin cîbicîkirin.”

Derbarê bangeşeya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê, Mehmûd Mihemed wiha got: “Serok Barzanî îro daxwaz ji me kir ku di dema bangeşeyê de em aram û nerim bin.”

Back to top button