PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Awusturya civiya

Roja 22.09.2021ê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Oskar Wüstinger Balyozê Awusturya(Nemsa) li Urdin û Iraqê kir.

Li civînê de behsa peywendiya dostane û dîrokiya Herêma Kurdistanê li gel Awusturya kirin û xwestên xwe yên hevbeş yên ji bo pêşxistina peywendiyên li hemû waran da dûpat kirin, bi taybetî jî li warê danustandina bazirganî û derfeta kar û veber‌hênana Awusturyayî li Herêma Kurdistan û Iraqê de. Birêz Balyozê Awusturyayê her wiha xweşhaliya xwe bi avadanî û pêşketinên Herêma Kurdistanê derbirî û pesnê rola Pêşmerge ya li têkşikandina Da’îş da kir.

Her du alî tîşk xistin li ser civîna şandeke bazirganiya Awusturyayî ku li gel birêz Balyozê Awusturya serdana Herêma Kurdistanê kirine û doh li Hewlêrê li gel hejmarek ji bazirgan û kompanyayên Herêma Kurdistanê hevdîtin û civînên wan hebû û li derfeta kar û alîkariya hevbeş û sermayeguzarî û veberhênanê vekolîn û hêvî xwestin bibê hengava vegerana kompanyayên Awusturyayî li Herêma Kurdistanê.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pesnê dostayetî û piştgîriya Awusturya li gelê Kurdistanê, balkişand li ser yarmetiyên Awusturyayê bi taybetî jî demên heftihên sedsala derbasbûyî yek ji wan welatan bû yekemcar dergehên xwe bi rûyê penaberên Kurdistanê da vekir, her wiha geşta raste rasta asmanî ya Hêla Asmaniya Awusturyayî li navbera Hewlêr û Viyanê da bi pireke girîngê Herêma Kurdistanê li gel cîhana derve da zanîn.

Çalakiyên Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Viyana, pejika kovid-19 li Herêma Kurdistan û Awusturyayê û çawayiya rûbirûbûna wê, şerê dijî terorê û gefên Da’îş, peywendiyên Hewlêr – Bexda, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û rewşa navçeyê bi giştî, çend aliyeke dinê civînê bûn.

Back to top button