Pirsa Kurd pirsek netewiye , bi zihniyeta partiyên Tirkiye nayê çareserkirin!

Li hemû beşên Kurdistanê li bakurê Kurdistanê jî pirsgirêka Kurd pirsek netewiye û pirsa miletekî ye. Eger Kurd bi îrada Xwe nebin xwedî statûyekî û ew bi xwe biryara çarenûsa xwe nedin, tu aliyên siyasî ku li himber destkeftiyên netewî tevdigerin, nikarin temsila Kurda bikin û pirsgirêka kurda çareser bikin.

Dara Bilek

Di van demê dawî de gotubêjkirina hilbijartinên pêşwext li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di serê rojava siyasî de ye. Taybetî piştî serdana şanda CHPê ya başûrê Kurdistanê û daxûyaniyên berpirsên CHPê di vî warî de dayîn,bo sedemek cardin bi awayekî pirsa Kurd tê minaqeşekirin. Her aliyek siyasî li Tirkiye HDP jî di nav de tiştên cuda dibêjin . Lê dawiyê de hemû digihin encamek hevbeş. Yanî gelek cudabûn di nava dîtinên wan de di derbarê pirsa Kurd de tuneye.

Kiliçdaroglu dibêje muxatabê me ne rêxistinên îlegalin, em li gel rêxistinên legal  vê pirsê çareser dikin. Muxatabê me HDP ye û ev pirs di parlementoyê de tê çareserkirin.

Ji aliyek din ve parlementerê Wanê û hevserokê berê yê HDPê Sezai Temelli bersiva CHPê dide û dibêje HDP tenê zemînekî ji bo çareseriya pirsa Kurd amade dike,lê muxatabê vê pirsê Îmraliye.  Hevserokê berê yê HDPê Demirtaş jî daxûyaniya dide û dibêje muxatab HDP ye û hemû pirsgirêkên Tirkiye di nav de pirsa kurd jî hemû di parlemtoya Tirkiye de têne çareser kirin.

Herî dawî hevserokê HDPê Mithat Sancar axivî û dilê kesekî nehişt û da xuyakirin çareserî di parlementoyê de ye,lê Îmralî jî nawendek girînge ji bo çareseriya vê pirsê.

Niha di rastiya xwe de HDP heta çi radeyê ji derveyê îrada Îmralî dikare tevbigere? Yek rê heye ku HDP bikaribe li himber Îmralî tevbigere, ew jî fermana Qendil e. Wek kurd gerek em xwe nexapînin û rastiya xwe bibînin. HDP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çi dibêje? Di vê çerçoveyê de çi projeyên HDPê hene? Bila berpirsekê HDPê bikaribe rabe bi awayek vekirî çareseriya ku ew difikirin  ji bo pirsgirêka Kurd zelal bike.

Li hemû beşên Kurdistanê li bakurê Kurdistanê jî pirsgirêka Kurd pirsek netewiye û pirsa miletekî ye. Eger Kurd bi îrada Xwe nebin xwedî statûyekî û ew bi xwe biryara çarenûsa xwe nedin, tu aliyên siyasî ku li himber destkeftiyên netewî tevdigerin, nikarin temsila Kurda bikin û pirsgirêka kurda çareser bikin. HDP dixwaze Kurda entegreyê Tirkiye bike. Ji xwe ew wek partiyek Tirkiye tevdigerin. Vê yekê vekirî dibêjin. Pirsa Kurda ne “demokratikirina” Tirkiye ve girêdaye. Raste li Tirkiye demokrsiyek rasteqênî li gora normên demokrasiya welatên rojava pêkwerê ,ji bo Kurda destkeftiyek mezn e û dibe zeminek ku kurd bikaribin bi metodên demokrati doza mafên xwe yên netewî bikin. Kurd miletekin, welatê wan Kurdistanê û bindestin. Ji bo ku pirsa Kurd bê çareserkirin divê kurd li ser axa Xwe bikarin biryara çarenûsa xwe bidin.

Tişta ku niha tê gotubêj kirin bi navê “pêvajoya çareseriyê” hate ceribandin. Hukumeta AKPê cesaretek mezin da nîşandan li gel PKKê havdîtin kirin. HDP bi xwe jî wek projeyeka vê pêvajoyê bi biryara dezgehên dewletê û Ocalan hate damezirandin. Hemû hevdîtin li gel Ocalan dihatin kirin heyeta HDPê jî diçû Îmralî tevlî van civîna dibû. Dezgehên dewletê li Oslo li gel PKKê rûnişt û gotubêj kirin. HDP tenê wek kazidekî di vê pêvajoyê de rol leyizt. Heyetên HDPê navbera Îmralî û Qendilê de diçûn û dihatin. Yanî HDP ne nawenda biryarê ye.Lê ew pêvajo neçû serî. Encama pêvajoyê cardin bû şer û nexweşî û siyaseta xendekan û gelek bajarên Kurdistanê pê hatin wîran kirin.

Siyaseta “Biratiya Gelan” sloganek bingehîn ya HDPê ye. Ev di bingehê xwe de slogana çepên netewî li Tirkiye ye jî. Nabê di bin navê siyaseta “Biratiya Gelan “de gelek bê ji navbirin. Raste kesek ne li dijê biratiya gelane. Lê çi tiştê birayên mirov hebe gerek ya mirov bi xwe jî hebe. Dewlet a wan heye ya me tuneye, zimanê wan fermiyê yê me ne fermiyê,ew bi zimanê xwe perwerde dibin ji mer re qedexe ye. Ala wan heye ,ya me qedexeye. Rojane ji bo em Kurdin dibin armanca nijadperestan lê tu cara ji bo ew Tirkin kesekî êrîşê wan nekiriye. Bi kurt Kurmancî çi mafê Tirkan heye bila yê Kurda jî hebe em biryêhev yê başin, kesek wek kurda biratiyê û wekheviyê naxwaze.Kurd ji herkesekî behtir hewceyê demokrasiyêne.

Ji bo çareseriya ku niha tê gotubêj kirin tênê kurd têne xapandin.

Çi mafê miletekî li Rojhilata Navin de hebe em Kurd jî xwediyê heman mafîne.

Li Tirkiye heta ku destûre heyî di rojevê de be bila kesek ne behsa demokrasiyê, ne behsa wekheviyê û ne jî behsa çareseriya pirsa kurd bike. Ewên ku behsa pirsa kurd dikin bila di serî de gotara destpêka Destûra Bingehîn a Tirkiye biguherin yan jî guhertina wê ji xwe re bikin armanc, dê hingê biçekî jî be baweriyê bidin Kurda.

22.9.2021

Nerîna min :