Polîtîk

Rojnamevanên Kuweytî li Kurdistanê digerin

Îro sêşem 09.06.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya ‏şandekî medyakarên welatê Kuweytê kir ku li gel Cîgirê Balyozê Kuweytê li Iraq û Konsolê Giştî yê Kuweytê li Hewlêrê kerem kiribûn.Di destpêka hevdîtinê de şanda mîhvan silav û rêzên Şêx Sebah El Ehmed El Cabir El Sebah Emîrê Kuweytê bi Serok Barzanî gihand û xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê derbirîn û ragihandin ku ji bo wê yekê hatine heta tekez li ser peywendiya dostane û dîrokiya gel û welatê xwe ya li gel Kurdistanê bikin û rênuwênî û berçavrûniyên pêwîst di derbarê rewşa niha de ji Serok Barzanî werbigrin.Her wiha endamên şandê komek pirsiyar di derbarê rewşa navçeyê bi giştî û peywendiyên di navbera Kurdistan û Kuweytê û şerê terorê xistin rû.Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan, tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Kurdistan û Kuweytê kir û bi şanda mîhvan ragihand ku welatê Kuweyt pêgehekî girîng li cem gelê Kurdistanê heye.Serok Barzanî bi hurî sedemên geşkirina rêxistina terorîstî ya Da’îş û şerê terorê û serkeftinên Pêşmerge ji bo amadebûyan xisterû û tekez jî kir ku terorîst tu paşaroja wan tûne û Kurdistan jî bi aramiyê de dimîne û paşarojeke xwe ya geş dibe.Paşê Serok Barzanî bersîva pirsiyarên şanda medyakarên Kuweytê da û hêvî xwest ew dema ku li Kurdistanin wêneyên aramî û pêkvejiyan û pêşketina Kurdistanê tomar bikin û ji bo raya giştî ya Erebî veguhezin.  

Back to top button